Ji jinên êzidî: Wan em ji komkujiyê xelas kirin, divê em xwedî li wan derkevin 2022-11-03 09:02:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên êzidî diyar kirin ku bikaranîna çekên kîmyewî yê qedexekirî komployeke navnetewiye û wiha got: "Em deyndarê gerîla ne. Ji destê kê çi bê divê bike û bikaranîna çekên kîmyewî qebûl neke."    Tirkiyeyê di 17' ê nîsanê de bi hevkariya PDK'ê li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên başûrê Kurdistanê ji hewayî û bejahî êriş dabû destpêkirin. Tirkiye ku li herêmê asê maye çekên kîmyewî bi kar tîne. Li gorî daxuyaniya Navenda Parastina Gel (NPG) heta niha di êrişan de 2 hezar û 476 caran çekên kîmyewî hatine bikaranîn û 44 endamên Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Jinên Azad a Starê (YJA-STAR) jiyana xwe ji dest dane. Di 18'ê cotmehê de jî nasnameya 17 endamên HPG û YJA-Starê yên bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dane, bi raya giştî re hat parvekirin û bi dû re jî dîmenên 2 endamên HPG'ê ku ji kîmyasalê bandor bûbûn hatin belavkirin. Li gel belavkirina dîmenan ji her derê nêrazîbûn hatin nişandin. Jinên êzidî jî bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî dan û ji bo piştgiriyê bang kirin.   'KOMPLOYEKE NAVNETEWEYÎ YE'   Ji Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Neam Bedelê anî ziman ku bikaranîna çekên kîmyewî komployeke navdewletî ye û wiha axivî: "Li hemberî van êrîşên bi çekên kîmyewî hemû dinyayê guhên xwe û çavên xwe girtine û xwe ker kirine. Kî li hemberî van êrişan xwe bêdeng bike ew hevkarê van êrîşan e. Di asta navneteweyî de hiqûq nemaye. Rasterast bi destê dewleta tirk pêk tê, lê çek ne çekên dewleta tirk in. Almanya, Amerîka û Brîtanya çek didin tirkan. Tirk êriş dikin, lê belê çekên van kesan in. Gerîla bêedeletiyê û neheqiyê qebûl nake. Ew daxwaza mafê xwe dikin. Îro heqê gerîla heye ku li hemberî wan rabin. Çimkî tirk mafên wan nadin. Em civaka êzidî heta dawiyê deyndarê gerîla ne. Gerîla hêzeke însanî ye, fikreke însanî ye. Kî nikaribe li ber xwe bide gerîla pê ve diçe. Wan diparêze heta ku radike ser pêyan. Gerîla ji însanetiyê re kar dike. Di sala 2014'an de yê ku hawara me hatin gerîla bûn û wan em ji qirkirinê xelas kirin. Pêşiya fermanê girtin û civaka êzidî birêxistin kirin. Gerîla li Şengalê fikreke însanî çand."   Bedelê destnîşan kir ku kurdên ku li ber xwe nede û li hemberî xiyanetê serê xwe ditewîne ew ne kurd e û wiha domand: "Îro êrişên li ser gerîla komployeke navneteweyî ye. Em nikarin hêviyê ji dijminê xwe bikin. Lê daxwaza me ji gelê me heye ku dest bidin hev du. Heke îro Zap têk biçe wê gelê kurd nikaribe bibêje 'ez kurd im' û êdî dê nikaribe zimanê xwe bipeyive. Divê gelê kurd dest bidin hev û li hemberî xiyaneta mala Barzanî derkevin. Barzanî îro bi wan re diçe tunelên şer û çekên kîmyewî berdide. Divê ku gelê başûrê Kurdistanê vê xiyanetê qebûl neke. Wê malbata Barzanî heta kengî xwîna kurd bimije? Divê êdî kolanên Dihok û Zaxoyê tije bibin û piştevaniya Zapê bikin. Ji van êrişan re helwesteke neteweyî pêwîst e. Êdî bes e ji xiyanetê re."   'EM DEYNDARÊ WAN IN'   Ji jinan Emişê Xirmiş jî bi lêv kir ku di fermanê de PKK bi hawara wan de hatiye û got ku îro xwedî li derketina wan erka êzidiyan e û ev tişt anî ziman: "Ez ewil ji malbata 17 gerîlayan sersaxiyê dixwazim. Di cîhanê de li tu deran li hemberî rêxistinekê çekên kîmyewî nehatine bikaranîn. Ev ne însanetî ye. Di sala 2014'an de dema ku ew ferman li ser serê me hatî ji xeynî gerîla tu kes hawara me nehat. Heke ku ew li êzidiyan xwedî derneketibûna wê heta niha jî êzidî rastî êrişan bihata. Em deyndarê wan in. Ji ber wê jî divê ku em jî xwedî li wan derkevin. Bi çalakiyan be, daxuyaniyan be divê em xwedî li wan derkevin. Divê em piştgiriya wan bikin. Bangawaziya me ji her dewleteke navneteweyî ye ku li hemberî vê xwe ker nekin û bikaranîna van çekên qedexekirî asteng bikin."   'ÇI JI DESTÊ ME BÊ DIVÊ EM BIKIN'   Fehîme Silêmanê jî bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî da û wiha got: "17 gerîla bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dan. Ev ne tiştek e qanûnî ye. Divê dinya hemû rabe ser xwe. Îro dora gerîla ye, lê sibê wê dora wan be. Bi rastî gelek bi serê me de hat. Divê tu kes vê qebûl neke. Em heta ku saxbin em ê li ber xwe bidin. Em piştgiriyê didin gerîla. Ji ber ew ji çiyayên azad hatin û xwe berdane Şengalê. Bi hezaran dayik û zarokên me ji komkujiyê rizgar kirin. Em heta sax bin em ê li ber xwe bidin. Peşmerge em terk kirin, Hikûmeta Iraqê em terk kirin. Lê gerîla xwedî li me derket. Îro dora me ye û heta ji destê me tê em ê ji bo wan bikin. Barê ku îro dikeve ser milê me em ê pêk bînin. Divê îro her kes rabe ser pêyan û van êrîşên bi çekên kîmyewî qebûl neke."