Mûayeneya bikelemçe li rojnamevan Şahînlî ferz kirin 2022-11-03 10:38:56   ENQERE - Nûçegihana me Ceylan Şahînlî ku bi 8 hempîşeyên xwe re li Enqereyê hatibû girtin, ji ber li dijî ferzkirina kelemçeyê derket, nehate mûayenekirin.    Di çarçoveya lêpirsîneke ku li Enqereyê hate destpêkirin de di 25’ê cotmehê de Midura Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yûrtsever, nûçegihanên MA’yê Berîvan Altan, Denîz Nazlim, Ceylan Şahînlî, Emrûllah Acar, Selman Guzelyuz û Hakan Yalçin û nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznûr Deger ên bi îşkenceya polîsan hatibûn binçavkirin, di 29’ê cotmehê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.    Nûçegihana MA’yê Ceylan Şahînlî ya girtin û birin Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi gumana nexweşiya Hepatît B’yê (Zerik) duh birin nexweşxaneyê. Şahînlî ya di mûayeneya bijîşk de kelemçe ji destê wê nehat derxistin, tedawiya bi kelemçe qebûl nekir.    Şahînlî, bêyî ku were tedawîkirin paş ve birin Girtîgeha Jinan a Sîncanê.