#NûçeyekêJîTuBişîne 2022-11-03 11:18:48   AMED - Bi pêşengtiya DFG’ê  û MKGP’ê kampanyaya piştgiriyê ya ji bo MA û JINNEWS’ê hate destpêkirin.    Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê dabû destpêkirin de, 9 rojnameger di 29'ê cotmehê de hatibûn girtin. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA) û JINNEWS’ê kampanyaya piştgiriyê da destpêkirin. Kampanyaya ji bo piştevaniya nûçegihanên hatine girtin bi dirûşmeya “Nûçeyekê jî tu bişîne (Bir Haber de Senden)” hate destpêkirin. Rojnamevan, nivîskar û rewşenbîr; bi nûçe, hevpeyvîn û nivîsên xwe dikarin piştgiriyê bidin.    Navnîşanên ku nûçe û nivîs jê re bên şandin wiha ne:    mezopotamyamerkez@gmail.com û haberjin21@gmail.com