Malbatên girtiyan: Edî bes e em vê zilmê qebûl nakin 2022-11-03 12:18:42   AMED - Xwişka girtiyê nexweş Hamdusena Ada, Reşahat Ada ku di Nobeda Edaletê ya Amedê axivî, bertek nîşanî şewitandina înfaza girtiyan û binpêkirina mafên girtiyên nexweş da û got: “Bila ji girtiyan re çareseriyek bê dîtin. Edî bes e, em vê zilme qebûl nakin.”   Çalakiya Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin bên berdan li Amedê dane destpêkirin di roja 352'yemîn de berdewam kir. Malbatan çalakiya xwe ya îro li ber deriyê Edliyeya Amedê li dar xistin. Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya 78'an û Hevserokên HDP'ê yên Amedê Gulîstan Atasoy û Zeyad Ceylan û endamên HDP'ê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên Amedê û Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) jî ji bo piştevaniya malbatan tev li çalakiyê bûn.   ‘EM VÊ ZILME QEBÛL NAKIN’   Di çalakiyê de xwîşka girtiyê nexweş Hamdusena Ada, Reşahat Ada axivî. Ada, bal kişand ser şewitandina înfaza girtiyan û ev tişt gotin: "Qanûnên wan çi bin bila qanûnên xwe pêk bînin. Girtî tevî ku 30 sal cezayê xwe qedandine jî poşmantiyê li ser wan ferz dikin. 30 salan ragirtî mane ew dê çawa poşman bin. Banga me ji Wezirê Dadê û Serokkomar re ew e ku bila înfaza girtiyên me neşewitînin, tedawiya girtiyên nexweş bê kirin û cezayê hucreyê ji girtiyan re ferz nekin. Em çûn Enqereyê, me raporên girtiyên nexweş jî nîşanî wan dan, ev meheke Meclis jî vebûye, bila çareseriyekê ji girtiyên nexweş re bibînin. Girtiyên nexweş û ên 70 salî edî nikarin di girtîgehê de bimînin. Ew di girtîgehê de li ber xwe didin em jî dê li derve li ber xwe bidin. Banga me ji hemû partiyên siyasî û gel re ew e ku xwedî li girtiyan derkevin. Em dev jî girtiyên xwe bernadin, berxwedan û heza wan ronahiya hemû dinyayê ye. Edî bes e em vê zilmê qebûl nakin, serê xwe natewînin û zarokên me jî serê xwe natewînin.”   Çalakiya malbatan bi berzkirina dirûşmeyên, "Bijî berxwedana zindanan" û "Heq hiqûq edalet" bi dawî bû.