Ji BMG'ê banga meşa 6’ê mijdarê: Em ji şerê qirêj re bêjin bes e 2022-11-03 13:38:16   STENBOL - Hêzên Têkoşîna Yekbûyî banga meşa li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya di 6’ê mijdarê de li Taksîmê pêk were kirin û gotin divê her kes ji şerê qirêj re bêje bes e.   Di 6’ê mijdarê de li navçeya Silopiya Şirnexê û Taksîma Stenbolê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê Tirkiyeyê ve dê du meşên cuda bên lidarxistin. Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Hêzên Têkoşîna Yekbûyî (BMG) pêşengiya meşa li Stenbolê dikin. Pêkhateyên BMG'ê banga tevlibûna meşa bi dirûşma "Meşa mirovahiyê ya li dijî çekên kîmyewî" kirin.    JI DU BASKAN VE MEŞ    Cîgira Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger Burcugul Çubuk diyar kir ku Tirkiye madeyên xav ên çekên kîmyewî xwedî dike û bazirganiyê dike. Çûbûk wiha got: “Dîmeneke din jî meseleya ku dibêjin ‘Me tenê gaza îsotê bi kar anî’ ye. Bikaranîna gaza îsotê di heman demê de li dijî hiqûqa navxweyî ya peymanên navneteweyî ye ku ew pê re girêdayî ye. Di nav deverên bi vî rengî yên şeran de jî nikare were bikar anîn. Me jî li dijî vê bi du basakan, yanî baskek Kurdistanê û baskek Tirkiyeyê meşê bi rêxistin kir. Meşa me li dijî kîmyasalê ye.”    BANGA MEŞÊ   Nûnerê Partîzanê Togay Okay jî bal kişand ser dîmenên bikaranîna çekên kîmyewî ku Seroka TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci ji ber daxuyaniya li ser çekên kîmyewî hatibû girtin û got: “Heke ev îdiayek be divê mirovên zane ango şandeyek zane biçe li herêmê lêkolîn bike. Divê em bi meşan û çalakiyan li dijî bikaranîna çekên kîmyewî derkevin. Em her kesî vedixwînin meşa li Taksîmê.”    ‘EM JI ŞERÊ QIRÊJ RE BÊJIN NA’    Nûnera Rojnameya Alinterî Muruvvet Kuçuk jî da zanîn ku bi salan e dewlet li herêmê çekên kîmyewî bikar tîne û got: “Wek pîvana siyasî û ehlaqî divê her kes ji vî şerê qirêj re bêje bes e û na û her wiha tev li meşa li dijî kîmyasalê bibe.”