Malbata Şenyaşar: Heke Fadil Şenyaşar neyê berdan em ê biçin Meclisê 2022-11-03 13:40:22   RIHA - Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar berdewam e. Ferît Şenyaşar di çalakiya îro de got ku heke di dosyeya kargehê de biryara tehliyeyê yan jî beraetê dernekeve dê ji bo edaletê biçin Meclisê.    Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de êrişî malbata Şenyaşar kir û di encamê de hevjîn û 2 kurên dayika Emîne Şenyaşar qetil kirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûbû, di 9’ê adara sala 2021’an de dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 605’an de berdewam kir. Dayik û kurê xwe ku di saetên serê sibehê de hatin pêşiya Edliyeya Rihayê, li “Quncikê Edaletê yê Malbata Şenyaşar” çalakiya xwe didomînin.    ÎDIANAMEYEKE NEADILANE HAT AMADEKIRIN   Di çalakiyê de Ferît Şenyaşar derheqê nobetê de axivî û da zanîn ku nobeta wan a edaletê ev 605 roj in berdewam dike. Şenyaşar, got ku wan ji bo dosyaya komkujiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê were vekirin û Fadil Şenyaşar ku 4 sal in di hucreya yekkesî de tê ragirtin were berdan dest bi nobetê kirine û wiha domand: “Piştî 4 salan îdianameya nexweşxaneyê amade kirin lê îdianameyeke neadilane ye. Em ê li dijî vê, li dadgehê gazincên xwe bînin ziman.”    ‘BILA DAXWAZÊN ME BÊN QEBÛLKIRIN’   Şenyaşar, diyar kir ku duyemîn daxwaza wan ew e ku Fadil Şenyaşar were berdan û ev tişt anî ziman: “Birayê min ev 4 sal in bi awayekî derhiqûqî û bi hiqûqa serdestan di hucreyeke yekkesî de tê ragirtin. Hevjîn û 2 kurên dayika min hatin qetilkirin. Her tişta ku me li kargehê kiriye, dikeve ber parastina rewa lê birayê min hêj niha jî girtî ye. Doz, ji hêla usûlê ve li Dadgeha Îstînafê hat xerakirin û ji bo temamkirina kêmaniyên heyî ji 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê re hat şandin. Heke biryara tehliyeyê yan jî beraetê ji dosyayê dernekeve, ez û dayika xwe dê biçin TBMM’ê. Bêyî ku ferq û cudahiyê bêxin navberê, em ê daxwaza hevdîtinê bo her kesê dibêje ez parlamenterê gel im û partiyên siyasî yên edaletparêz bikin. Em ê li gel hemû kesên daxwaza edaletê dikin, bang li Meclisê bikin. Tişa behsa xeberê drameke mirovahiyê ye, komkujî ye. Daxwaza me edalet e.”