Aydogan: Heke li dijî kîmyasalê bertek zêde bibin wê encam were girtin 2022-11-03 14:07:47   ENQERE - Siyasetmedar Nûrsel Aydogan diyar kir ku Tirkiye bi dîmenên endamên HPG’ê yên bi bikaranîna çekên kîmyewî bi bandor bûne, tengav bûye û got: “Bi zêdekirina zextên demokratîk em dikarin encam bigirin. Di tabloya heyî de bendewariya ji dewletan wê encamê nede.”   Çalakî û aktîvîteyên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta tirk a li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn a Herêma Kurdistana Federe tên lidarxistin didomin. Kurd û dostên wan ên li Ewropayê di pêşengtiya Kongreya Civaka Kurd a Demokratîk a Ewropayê (KCDK-E) de di serî de Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW), li ber Konseya Ewropayê û gelek sazî û dezgehên girêdayî wê li dijî çekên kîmyewî çalakiyan li dar dixin. Çalakiyên wan bênavber didomin.    Siyasetmedar Nûrsel Aydogan a di çalakiyan de cih digire, têkildarî bertekên kurdên li Ewropayê nirxandin kirin.    ‘SÛCÊ MIROVAHIYÊ TÊ KIRIN’    Aydogan, diyar kir ku têkildarî êrişên çekên kîmyewî ku dewleta tirk di sibata 2021’an de li Garê da destpêkirin û vir ve gelek delîl hatin tespîtkirin û dîmenên du endamên HGP’ê ku ji çekên kîmyewî bi bandor bibûn û jiyana xwe ji dest dabûn bi bîr xist. Aydogan, da zanîn ku bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê peymanên navnetewî, Konvansiyona Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY), Peymanên Çekên Kîmyewî (CWC) û OPCW’yê ve hatiye qedexe kirin, weke sûc tê qebûlkirin û wiha got: “Tirkiye bi dîmenên her du endamên HPG’ê yên ji çekên kîmyewî bi bandor bûn, tengav bû û divê bersivekê bide lê ji ber ew jî dizanin ev sûcê mirovahiyê ye û divê neyên bikaranîn, ji ber vê qebûl nakin.”   ‘DEWLET SÛCÊ XWE QEBÛL NAKE’   Aydogan, bi lêv kir ku li dijî bikaranîna çekên kîmyewî, hin sererastkirinên NY’yê jî hene û wiha berdewam kir: “Di peymanên NY’yê de gelên bêdewlet tên parastin lê belê prensîbên hêzên emperyalîst car caran hewldanên NY'yê yên di vî warî de bê encam dihêlin. Kurd hem li ber OPCW hem jî li ber NY xwepêşandanan dikin û hewl didin NY'yê seferber bikin.”   ‘DIVÊ SAZIYÊN SIVÎL ÊN CIVAKÎ BIKEVIN NAVA LIV Û TEVGERÊ’   Aydogan, destnîşan kir ku divê rêxistinên saziyên sivîl ên civakî li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya Tirkiyeyê bikevin nava liv û tevgerê û got: “Divê wijdana civakê mirov têxe nava liv û tevgerê. Qasî ku civaka sivîl û NY di vê mijarê de zextên demokratîk zêde bikin dikarin encam bigirin. Divê di vê mijarê de zextên demokratîk bên domandin, ji ber ku em dikarin bi zextên rayagiştî ya demokratîk encam bigirin. Di tabloya heyî de bendewariya ji dewletan wê encamê nede.”   DESTESERKIRINA PDK’Ê YA MASKEYAN BI BÎR XIST   Aydogan, diyar kir ku PDK’a bi AKP’ê re hevkariyê dike polîtîkayên xelet dimeşîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke PDK bixwaze li rûyên gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn binere, divê şandeyên serbixwe yên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî qebûl bike.” Aydogan, desteserkirina PDK’ê ya maskeyên ji bo endamên HPG’ê diçûn bi bîr xist û wiha domand: “AKP jî Erdogan jî dê biçin. Çûyîna AKP’ê wê PDK’ê bihêle rewşeke zor de. Divê PDK geşedanên siyasî yên li Tirkiyeyê baş bixwînin. Hem ji bo gelê kurd hem jî ji bo pêşeroja xwe divê li cem gelê kurd cih bigire.”   ‘AKP Û MHP LI SER SÛC HATIN GIRTIN’   Aydogan, qala girtina Seroka Konseya Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanci ya ji ber daxuyaniyên wê yên zanîstî kir û wiha got: “Fîncanci rewşa heyî nirxand û xwest ji aliyê şandeyeke zanîst ve bê lêkolînkirin. Vê daxuyaniyê bi xwe jî desthilata AKP’ê û MHP’ê gelek tirsand, weke ku li ser sûc hatin girtin. Ji bo ku ev nêrîn belav nebe hêza zordariyê ya dewletê bikaranîn û Şebnem Xoce girtin.”   ‘EM Ê TÊKOŞÎNÊ BIDOMÎNIN’   Aydogan, destnîşan kir ku li gelek bajarên Ewropayê çalakî û aktîveteyên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî berdewam dikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heta ku OPCW serlêdanê li Iraqê bike û ekîbeke lêpirsînê ya ji aliyê NY’yê ve bê avakirin biçe Iraqê li cihê herêma pevçûnê lêkolîn û analîzan bike, we ev çalakî û aktîvîte bidomin. Ya ku bi hikumetê paş ve gavê bide avêtin jî ev e. Em ê heta ku di vê mijarê de paş ve gavê bidin avêtin, şandeyên serbixwe û mirovên zanîst ji wê derê re bên şandin, têkoşîna xwe bidomînin.”