‘Em guhertina cihê avahiyê qebûl nakin’ 2022-11-03 15:20:44   AMED - Çalakiya xwendekarên Fakulteya Hiqûqê yên Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê ya li dijî daxwaza guhertina cihê avahiya perwerdehiyê didomîne. Xwendekaran ji bo piştevaniyê bang li akademîsyen, hiqûqnasan û hevalên xwe kirin û gotin guhertina cihê avahiyê qebûl nakin.    Rektoriya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê, dixwaze cîhê Fakulteya Hiqûqê bigûherîne û wan bibe avahiyekî nû. Şagirtên fakulteyê çalakiya xwe ya li dijî vê yekê li ber avahiya fakulteyê dane destpêkirin didomînin. Xwendekaran ewilî çalakiya rûniştinê kirin û pişt re daxuyaniyek dan. Di çalakiyê de dowîzên “Hiqûq bi avahiya nû hilweşîya” û “Ma parêzer nîne, doza me ya mîrateyê heye” hatin hilgirtin. Hevseroka Şaxa Sendikaya Kedkarên Perwerdehiyê û Zanistê (Egîtîm-Sen) ya Hejmara 1’an a Amedê Emîne Akşahîn û Hevserokê Şaxa Egîtîm-Sen’a Hejmara 2’yan a Amedê Hasan Çitrik û Hevseroka Şaxa Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Amedê Ozum Vûrgûn ji bo piştevaniyê tev li çalakiyê bûn.    Di çalakiyê de Hevseroka Şaxa Egîtîm-Sen a Hejmara 1’an a Amedê Emîne Akşahîn bi lêv kir ku zanîngeh warên demokratîk, azad û serbixwe yên zanistê ne û wiha got: “Heke derbarê şagirtan, an jî cihê wan yê perwerdehiyê biryarek were girtin, hewceye pirs ji wan re jî were kirin. Heke biryarek were girtin, hewceye ev biryar bi hev re were girtin. Em wek Egîtîm-Senê ji bo piştevaniya şagirtan li vir in û hetanî ew digihijin armanca xwe em dê werin û piştevaniya wan bikin.”   ‘EM MAFDARIN Û BIAQILIN’   Di daxuyaniyê de şagirtan, bal kişandin ser çanda 40 salan a fakulteyê û gotin ku rektoriya zanîngehê dixwaze vê çandê ji holê rake. Xwendekaran di daxuyaniyê de wiha gotin: “Em wek Şagirtên Fakulteya Hiqûqê yên ‘Biaqil’, bi mafên xwe yên bingehîn di vê çalakiyê de xwestekên xwe tînin ziman. Li dijî biryara ku bêyî îradeya şagirtan hatiye dayîn em li vir kom bûn û hetanî em mûxatab tên girtin em ê berdewam bikin. Em bang li rêveberiya zanîngehê ku îradeya me binpê dike, dikin. Em wek şagirtên azad zanîngeheke demokratîk dixwazin. Em naxwazin ji fakulteyên xwe û xwezaya xwe dûr bikevin. Dîsa em wek Şagirtên Biaqil yên Hiqûqê barkirina fakulteya me ya haya me jê tûne bû qebûl nakin. Li dijî vê nêzîk bûna antîdemokratîk ji bo piştevaniyê tevahî akademîsyen, hiqûqnasan û hevalên xwe yên şagirt re bang dikin. EM MAFDAR IN Û BIAQILIN.”