Li Mêrsînê ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ bang hate kirin 2022-11-03 15:57:18   MÊRSÎN - Partiyên siyasî û saziyên li Mêrsînê, ji bo meşa ku dê di 6’ê mijdarê de li Silopiyayê bê lidarxistin banga tev li bûnê kir.    Li Mêrsînê ji bo meşa ku dê di 6’ê mijdarê de li dijî bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta tirk bi dirûşmeya “Li dijî çekên kîmyewî meşa mirovahiyê” li navçeya Silopiya ya Şirnexê bê lidarxistin, bang hate kirin. Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Çûkûrovayê (Çûkûrova TUAY-DER), Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirine re ya Akdenîzê (AYKAY-DER), aktivîstên Tevgera Jinên Azad (Tevgera Jinên Azad-TJA) û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê li avahiya HDP’ê civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xistin.    JI BO MEŞA SILOPIYA BANG KIRIN   Endamê Meclisa HDK’ê ya Mêrsînê Mesût Aslan ê diyar kir ku Tirkiye sûcê şer kiriye, bertek nîşanî bêdengiya saziyên navnetewî da û wiha got: “Bikaranîna çekên kîmyewî wê ne tenê bi sûcên li dijî mirovahiyê biqede, di heman demê de wê bi komkujiyên ku zindiyên li xwezayê dijîn û eko-sîstemê tine bike, bi encam bibe. Weke saziyên sivîl û partiyên siyasî; Em bang li saziyên navneteweyî dikin ku pêwîstiyên peymanên ku alîgirê wan bin bi cih bînin û li dijî bikaranîna çekên kîmyewî gavan biavêjin. Em hemû gelên Tirkiyeyê ji bo ‘sekinandina’ vî şerê qirêj û sûcên li dijî mirovahiyê yên tên kirin vedixwînin meşa me ya ku em ê di 6’ê mijdarê de li Silopiyayê li dar bixin.”