Gelê Wanê: Em tenduristiya Abdullah Ocalan mereq dikin 2022-11-04 09:02:43   WAN - Waniyan diyar kirin tenduristiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan mereq dikin û destnîşan kirin ku dê bi rakirina tecrîdê re pirsgirêk çareser bibin.    Ji 25'ê adara 2021'ê ve xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Serlêdanên malbatê û parêzeran ên ji bo hevdîtina bi Ocalan re jî bi hincetên cur bi cur tên astengkirin. Herî dawî eşkere bû ku 6 mehan cezayê "qedexeya hevdîtina bi parêzeran re" li Ocalan hatiye birîn. Waniyan destnîşan kirin ku tecrîd çavkaniya pirsgirêkan e.    BANDORÊN TECRÎDÊ   Welatiyê bi navê Mûhammet Mamûk destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê bandor li tevahiya girtîgehan û civakê kiriye û got ku ji ber tecrîdê tu kes ne "azad" e. Mamûk, bi lêv kir ku înfazên tên şewitandin jî girêdayî tecrîdê ne û wiha got: "Îro ji ber tecrîdê li Tirkiyeyê gelek pirsgirêk rû didin. Tekane bidawîkirina polîtîkaya tecrîdê dengderxistina civakê ye. Gava tecrîd bê rakirin dê bihar bê tevahiya Rojhilata Navîn."    Ji welatiyan Samî Denîz jî diyar kir ku demildest divê tecrîd bê rakirin û ev tişt anî ziman: "Em dixwazin tecrîda li ser Ocalan bê rakirin."    'KURD TÊN TECRÎDKIRIN'   Têkildarî mijarê Sabrî Mamûk jî anî ziman ku bi tecrîdê re kurd hemû tên tecrîdkirin û wiha domand: "Tu hêleke mirovî ya vê tecrîdê tune ye. Em vê tecrîdê şermezar dikin. Ji bo bidawîbûna tecrîdê berxwedan divê. Her kes divê li dijî vê tecrîdê rabe. Gava tecrîd rabe dê hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bibin û ev şer biqede."    Nadîr Sabay jî diyar kir ku ew tecrîda li Îmraliyê qebûl nakin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Rakirina tecrîdê daxwaza gelê kurd e. Ger ev tecrîd bê rakirin dê aştî çêbibe û kes nemire. Êdî em dixwazin aştî çêbibe. Em ji bo hemû gelan dixwazin ku ev tecrîd rabe. Heya tecrîd ranebe dê jiyan xirab be."    TÊKOŞÎN   Derheqê mijarê de Nedîm Şapal jî destnîşan kir ku tecrîd li tevahiya civakê belav bûye û wiha pê de çû: "Em bang li hikûmeta AKP-MHP'ê dikin; em vê tecrîdê qebûl nakin. Tevahiya civakê divê ji bo rakirina tecrîdê têbikoşe. Tecrîd li Îmraliyê dest pê kiriye û li tevahiya civakê belav bûye. Ger hevdîtinên bi Ocalan re dest pê bikin dê pirsgirêk ji holê rabin û aştî çêbibe. Lê ger tecrîd bidome, dê şer gurtir bibe. Hemû kesên aştîxwaz û jiyanparêz li dijî tecrîdê û şer dengê aştiyê bilind bikin."    Ji xelkê bajêr Ceyhûn Yadîgar jî diyar kir ku  tecrîd dibe sedema "şer û mirinê" û got ku bidawîbûna tecrîdê bidawîbûna şer e jî.    Kazim Saglam jî bibîr xist ku ji zû de ye tu xeber ji Ocalan nayê girtin û ji ber vê tenduristiya Ocalan mereq dikin û ev tişt anî ziman: "Her ku tecrîd kûr dibe pirsgirêk rû didin. Lewma divê malbat û parêzer karibin hevdîtinê bikin."    'BILA TECRÎD BI DAWÎ BIBE'   Mûstafa Saglam jî bi lêv kir ku tecrîd dibe sedema pirsgirêkan û şer û axaftina xwe wiha qedand: "Ji bo bidawîbûna tecrîdê em ê tevbigerin. Em dixwazin ev tecrîd bi dawî bibe. Em aştî û edaletê dixwazin û dixwazin kes nemire. Divê ev şer bê sekinandin. Divê tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe."