Rêxistinên civaka sivîl: Em tev li Meşa Mirovahiyê bibin 2022-11-04 09:04:18   AMED- Rêxistinên civaka sivîl ên li Amedê ji bo beşdarbûna meşa 6'ê Mijdarê ku dê li Silopiyayê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bê lidarxistin bang kirin.    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER)  Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM), Platforma Koçberiyê, Meclîsa Ciwanan a HDP’ê û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê dê di 6’ê Mijdarê de bi dirûşmeya "Li dijî çêkên kîmyewî meşa mirovahiyê" li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ku ji aliyê dewleta tirk ve li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê tên bikaranîn, meşeke girseyî li dar bixin.    Rêxistinên civaka sivîl ên li Amedê ji bo beşdarbûna meşa 6'ê Mijdarê ku dê li Silopiyayê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bê lidarxistin bang kirin.    Hevserokê MEBYA-DER’ê Şeyhmûz Karadag bibîr xist ku bi peymanên navneteweyî bikaranîna çekên qedexe û yên kîmyewî hatine qedexekirin û wiha got: “Lê em niha bala xwe didinê, dewleta tirk li herêma Başûrê Kurdistanê çekên qedexe bi kar tîne. Lewma divê li hemberî wan çekan heyeteke bêalî bê çêkirin û li wê heremê lêkolîn bên kirin. Ji ber vê yekê em MEBYA-DER tevlî vê meşa birûmet ku dê li Silopiyayê bê lidarxistin dibin û ji bo beşdarbûnê bang li saziyên demokrat, mirovê xwedî wijdan dikin. Armanca meşa me rabûne li ber bikaranîna çekên qedexe ye. Ne tenê li TIrkiyeyê, li ku derê dibe bila bibe divê ku ev çek neyên bikaranîn. Di demên dawiyê de li hemberî endamên PKK'ê ev çekên qedexe tên bikaranîn. Êdî wiha nabe, divê em li hemberî wan rabin."   'DEWLETA TIRK QANÛNAN BINPÊ DIKE'   Hevserokê Komelaya 78’an a Amedê Huseyîn Bariş jî destnîşan kir ku çekên kîmyewî di qanûnên navneteweyî de qedexe ne û Peymana Cenevreyê bibîr xist. Bariş bal kişand ser çekên qedexe yên Başûrê Kurdistanê tên bikaranîn û wiha got: “Dewleta tirk bi taybetî wan çekan li ser gelê kurd bi kar tîne. Ev, ji aliyekî ve qanûnan binpê dikin, ji aliyekî ve jî xwezayê texrîb dikin. Ev, dijminatiya li hemberî kurdan e. Em bibêjin te kurdên li Bakur hemû qetil kirin, baş e lê tu yê kurdên li 3 parçeyên din û kurdên li Ewropayê çawa bikî? Ev mantiq, mantiqeke faşîzan e. Ji ber zîhniyeta faşîzan di dîrokê de gelek qetlîamên mezin pêk hatine. Mînak, Horoşîma û Nagazakî. Ji van qetlîaman şûn de, ev hatin sekinandin. Lê hinek desthilatdarên wekî yên dewleta tirk li Başûrê Kurdistanê wan bi kar tînin. Ev bikaranîn ne tenê mirovan, bandorê li av, ax, çiya û hemû zindiyên xwezayê dike û dibe cihê texrîbatên mezin. Xwezayê tune dike. Belkî ku îro tu li dadgehan neyê darizandin, lê tu yê di demên pêş de bêyî darîzandin.”    BANGA JI BO MEŞA 6'Ê MIJDARÊ   Bariş wiha domand: “Li hemberî çekên qedexe dê di 6'ê Mijdarê de li Silopiyayê meşa rûmetê bê lidarxistin. Em bang li hemû însanên aştîxwaz û yên ku mirovahiyê diparezin dikin ku tevlî vê meşê bibin. Ji bo ku peşî li wan çekan bên girtin, divê her kes xwedî li vê meşê derkeve. Ev çek li ku hatibin bikaranîn, li wir ne mirov ne jî zindiyên li xwezayê sax nemane. Lewma divê em helwesta xwe baş nîşan bidîn û li hemberî vê di nava hewldanan de bin. Ev 40 sal e şer berdewam dike, lê tu encam bi dest neketiye. Divê pêşiya vî sûcî bê girtin."   Endamê TÛAY-DER'a Amedê Eşref Yaşar jî bilêv kir ku çekên kîmyewî tenê ne li civakê bandorê li tevahiya xwezayê dike û siberojê tune dike. Yaşar li dijî bikaranîna çekên kîmyewî û qedexekirî bang li her kesî kir ku tevlî meşa ku dê di 6'ê Mijdarê de li Silopiyaya Şirnexê bi dirûşmeya "Li dijî çêkên kîmyewî meşa mirovahiyê" bê lidarxistin bibe.