HDK’ê ji bo 6’ê mijdarê bang kir: Em xwedî li keleha berxwedanê derkevin 2022-11-04 10:22:20   STENBOL - Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek meşa ku dê di 6’ê mijdarê de li Taksîmê bê lidarxistin weke “meşa rûmetê” pênase kir û wiha got: “Li dijî faşîzmê, dem dema xwedîderketina li keleha demokratîk a gelê kurd e. Heke ev kelehe bikeve dê hemû keleh yek bi yek bikevin.”    Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê ve li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê, dê di 6’ê mijdarê de li Silopiya ya Şirnexê û li Taksîm a Stenbolê bi dirûşma “Li Dijî Çekên Kîmyewî Meşa Mirovahiyê” meş bên lidarxistin. Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDK) û Hêzên Têkoşîna Yekbûyî (BMG) pêşengtiya meşa li Stenbolê dikin.    Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek têkildarî meşê bi ajansa me re axivî û bang li hemû gelên kedkar kir ku tev li meşê bibin.    Cengîz Çîçek   DEMA MIJARA BEHSA XEBERÊ BÛ KURD...    Cengîz Çîçek, bal kişand ser bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê ve û wiha got: “Ev bêdengiya wan, têkiliya xwe bi polîtîkaya neçareserkirina pirsgirêka kurd re heye. Ev bêdengî û lihevkirina qismî, nîşaneya nêzikatiya wan li dijî pirgirêka kurd e. Dema mijara behsa xeberê bû kurd û Kurdistanê, ev bêdengiya serdest dibe. Desthilatdariya AKP-MHP’ê dixwaze li Zap, Metîna û Avaşînê qirkirina kurdan temam bikin. Ji bo vê jî her derfetan bi kar tînin. Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Federal a Kurdistanê bi heman armancê tên kirin. Piştî ku dîmenên bikaranîna çekên kîmyewî hatin parvekirin, desthilatdarî êdî ji rexneyeke herî biçûk jî ditirse. Peyama ‘tenê ji tiştên ez parve dikim bawer bikin’ dide. Tu kesekê xwedî wijdan û yê ji xwe re dibêje insan, dîmenên hatine parvekirin qebûl nake.”    ‘AKP LI SER SÛC HAT GIRTIN’   Bi domdarî Çîçek got ku di demekî ku Wezîrê Parastina Neteweyî Hûlûsî Akar digot; “em çekên kîmyewî bi kar nayînin lê xaza îsotê bi kar tînin” de rojnamegerên derheqê çekên kîmyewî de nûçe çêkirin hatine girtin û ev tişt anî ziman: “Di esasê xwe de bi van gotinan li xwe mikûr hatin. Desthilatdarî êdî nikare derewên xwe bidomîne jî. Dema mijar bû kurd, tenê înkar û derewan li civak û siyasetê ferz dikin. Di mijara pirsgirêka kurd de tevek jî tenê gotinên fermî yên dewletê dubare dikin. Seroka TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci ji ber gotinên xwe yên derheqê çekên kîmyewî de hate girtin. Fîncanci û 9 rojnameger ji ber ku heqîqet vegotin lewma hatin girtin. Qirêjiyên desthilatdariyê teşhîr kirin lewma hatin girtin. Anku AKP li ser sûc hat girtin. Bi van binçavkirin û girtinan re li xwe mikûr tên ku sûc in.”    'MEŞA RÛMETÊ’   Çîçek, anî ziman ku berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê saziyên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî hatine avakirin û wiha derbirî: “Divê bikevin nava liv û tevgerê ku ev berpirsyartiya wan e. Di serî de gelên Tirkiye û Kurdistanê, divê hemû gelên Rojhilata Navîn li dijî bikaranîna çekên kîmyewî birêxistin bike. Lewma jî meşa me ya ku dê di 6’ê mijdarê de li Taksîmê bê lidarxistin, meşa rûmetê ye. Ev meş, meşa xwedîderketina li nirx, rûmet û pêşeroja xwe ye. Çi dibe bila bibe em ê ji rastî û rêgezên xwe tawîz nedin. Mîna mirina 41 madenvanên li Amasrayê, dixwazin bikaranîna çekên kîmyewî jî bidin jibîrkirin. Banga me ji bo hemû gelên kedkar, jin, parastvanên mafên mirovan û hemû kesên ji desthilatdariyê aciz ew e ku tev li meşê bibin. Li dijî faşîzmê, dem dema xwedîderketina li keleha berxwedanê ya demokratîk a gelê kurd e. Heke ev kelehe bikeve, dê kelehên din jî yek bi yek bikevin. Lewma banga me li her kesî ew e ku mil bidin milê gelê kurd.”    MA / Ergîn Çaglar