Bi tarîfeya ‘tîcaretxaneyê’ fatûreyên ceyranê li girtiyan tên birîn 2022-11-04 10:47:06   AMED - Midûriyeta Kampûsa Girtîgeha Amedê û DEDAŞ’ê peymanek ceyranê îmze kirine û derket holê ku bi rêbaza tarîfeya tîcaretxaneyê fatûreyên ceyranê ji girtiyan re dibirin.    Li 11 girtîgehên girêdayî Midûriyeta Saziya Înfaza Cezayê ya Kampûsa Amedê ji girtiyan re fatûreyên ceyranê tên birîn. Fatûreyên girtiyan bihayê wê ji 600 lîreyî heta bi ser hezar lîreyî re tên. Derket holê ku du qatên bihayê asayî ji girtiyan heqê ceyranê hatiye sitendin. Heqê ceyranê bi rêbaza tîcaretxaneyê li girtiyan tê birîn û fatûre tên amadekirin. Midûriyeta Kampûsê da zanîn ku wan têkildarî ceyrana girtîgehê bi DEDAŞ’ê re peyamenek taybet îmze kiriye.    Di meha hezîranê tarîfeya ceyranê 1 kWh wê bi 1,44 TL bûye lê Midûriyeta Kampûsê bersiv daye girtiyan û ji girtiyan re gotiye li gorî peyaman ceyranê ku bi DEDAŞ’ê re îmze kirine bihayê 1 kWh,  2,62 TL ye.    Her wiha Midûriyeta Kampûsê di bersivdayîna girtiyan de diyar kiriye ku wan li girtîgehên di bin banê kampûsê de ya zarokan jî di nav de bi peymana dualî tarîfeya ceyranê diyar kirine.    'TARÎFEYA TÎCAREXANEYÊ HATIYE SEPANDIN’    Malbatên girtiyan li ser vê meseleya ceyranê ji sazî û dezgehên maf û hiqûqî piştevaniya hiqûqî dixwazin. Endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Şaxa Amedê parêzer Firat Taşkin li ser meseleyê ji ajansa me re axivî û da zanîn ku di meha hezîranê de navê tarîfeya bikaranîna ceyranê li girtîgehên kampûsê hatiye guhertin û navê “Sektora Xizmetên Cemaweriyê û Taybet û yên din” lê hatiye kirin. Taşkin destnîşan kir ku di peyaman dualî de ku hatiye kirin li girtîgehên Amedê “tarîfeya tîcaretxaneyê” hatiye sepandin.    Firat Taşkin   RANT Û MÊTINGERΠ   Taşkin da zanîn ku gelek girtiyan ji ber fatûreya ceyranê biha ji wan re hatiye serî li komeleya wan dane û her çiqas wan serlêdan kiriye jî lê hê bersiva wan nehatiye dayîn. Taşkin got du qat bihayê ceyranê li girtiyan tê birîn. Taşkin anî ziman ku bi vê peyamanê re li girtîgehan wek tîcaretxaneyê nîşan dane û ji bo vê yekê got: “Girtîgehan jî wek qadên rantê û mêtingeriyê tên bikaranîn. Ev yek pêvajoyek bêhiqûqî ye. Divê tavilê dest ji vê sepanê bê berdan. Em ê derbarê vê meseleyê de pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin.”