Banga ‘Meşa Mirovahiyê’: Çekên kimyasal sûc e 2022-11-04 12:59:36   ENQERE - Siyasetmedaran banga tevlibûna meşa 6’ê mijdarê ya li dijî çekên kîmyewî kirin û gotin: “Em ê dîsa qîr bikin û bêjin çekên kimyasal sûc e.”    Di 6’ê mijdarê de li navçeya Silopiya Şirnexê û Taksîma Stenbolê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê Tirkiyeyê ve dê du meşên cuda bi navê “"Meşa mirovahiyê ya li dijî çekên kîmyewî" bên lidarxistin. Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Hêzên Têkoşîna Yekbûyî (BMG) pêşengiya meşa li Stenbolê dikin. Li Silopiya jî bi pêşengiya MEBYA-DER’ê dê ji aliyê KCD, DBP TJA û HDP meşek girseyî li dar bixin.    Siyasetmedarên li Enqereyê banga beşdariya meşa li Stenbolê û Silopiya kirin.    HELWESTA LI DIJÎ ŞER    Hevberdevkê DBP’a Enqereyê Mûrataş Kayataş bi bîr xist ku bikaranîna çekên kîmyewî li gorî peymanên navnetewî hatiye qedexekirin û divê her kes li dijî vî sûcî dijmirovî rabe ser pêya. Kayataş anî ziman ku divê her kes li dijî bikaranîna çekên kîmyewî seknek aktîf bide nîşandan. Kayataş da zanîn ku ev şerê heyî pêşiya çareseriyê dixitimîne û got: “Îktidar sûc dike, em ê sûcên wan teşhîr bikin. Em ê berpirsiyartiya saziyê navnetewî bi bîr bixin. Bêdengiya OPCW’ê manîdar e. Em ji dinyayê re qîr dikin û dibêjin, saziyên navnetewî bi bêdengiya xwe şirîkatiya sûc dikin.”    ‘DINYA BÊDENG E’    Hevseroka HDP’a Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglû jî destnîşan kir ku demek dirêje Tirkiye çekên kîmyewî bikar tîne û bi peymanên navnetewî hatiye qedexekirin. Sînemîllîoglû diyar kir ku li ber çavên her kesî çekên kîmyewî tên bikaranîn û hemû dinya bêdeng e. Sînemîllîoglû anî ziman ku ew bang li her kesî dikin ku di 6’ê mijdarê de tev li meşa Stenbol û Silopiya bibin û her kesî vedixwînin Taksîmê. Sînemîllîoglû xwest her kes li dijî sûcê şer derkeve û got: “Em ê di nav meşan de qîr bikin û bêjin u çekên kîmyewî sûc in û nebin şirîkê vî sûcî.”