Parêzer Aryen Tûran hate berdan 2022-11-04 14:14:12   ÎZMÎR - Endama OHD’ê parêzer Aryen Tûran a hate binçavkirin, bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derve hate berdan.    Endama Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) parêzer Aryen Tûran ku di lijneya giştî ya Baroya Îzmîrê ya di 22’yê cotmehê de hate lidarxistin de li ser navê OHD’ê axivî bû û bal kişandibû ser lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî, berdana girtiyên nexweş. Aryen a ji ber dirûşmeya “Jin jiyan azadî” berz kir hedef hatibû nîşandan duh hate binçavkirin. Tûran, piştî îfadeya li miduriyeta polîsan îro serê sibê sewqî Edliyeya Îzmîrê hate kirin. Tûran a li dozgeriyê îfadeya wê hate wergirtin, bi daxwaza berdana şertê kontrola edlî sewqî Dadgeha Ceza ya Sulhê hate kirin.    Tûran, bi şertê kontrola edlî û qedexeya derveyî welat hate berdan. Hempîşeyên Tûran ên li ber edliyeyê hatin bahev, daxuyanî dan.