Dayikan ji bo “Meşa Mirovahiyê” bang kirin: Bila êriş bên sekinandin 2022-11-04 15:41:13   ŞIRNEX - Meclîsa Dayikên Aşitiyê ku ji bo “Meşa Mirovahiyê” ya dê di 6’ê mijdarê de li navçeya Silopiyayê bê lidarxistin banga tev li bûnê kirin, wiha gotin: “Em dixwazin êrîş bên sekinandin.”    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER)  Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM), Platforma Koçberiyê, Meclîsa Ciwanan a HDP’ê û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê dê di 6’ê Mijdarê de bi dirûşmeya “Li dijî çêkên kîmyewî meşa mirovahiyê” li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ku ji aliyê dewleta tirk ve li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê tên bikaranîn, meşeke girseyî li dar bixin. Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Silopiyayê derbarê meşê de li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Silopiyayê daxuyanî da û banga tev li bûnê kirin.   ‘EM DIXWAZIN ÊRIŞ BÊN SEKINANDIN’   Li ser navê Dayikên Aştiyê Emîne Ozek axivî. Ozek, diyar kir ku ew ê weke Dayikên Aşitiyê di meşê de cihê xwe bigirin û got: “Di 6’ê mijdarê de seat di 13:00’an de em hemû gelê xwe yê Silopiyayê vedixwînin meşê. Ew zarokên me hemûyane. Em dixwazin ku ev zilm bi dawî bibe û êrîş bên sekinandin.”    Pişt re Emine Alkiş jî ev bang kir: “Em ê roja yekşemê li bajarokê Tilqebînê kom bibin û ber bi Xabur ve bimeşin. Em bang li hemû dayikan dikin ku destê xwe danin ser wijdana xwe û tev li vê meşê bibin.”   Li aliyê din HDP’ê li Şirnex û navçeyên wê yên Silopiya, Hezex û Cizîrê li taxan geriyan û gel vexwend meşê.