‘Em ê bi rêxistinbûyîna xwe bersivê bidin tecrîdê’ 2022-11-04 16:05:38   COLEMÊRG - Endama MYK’a DBP’ê Aynûr Sarica di Kongreya Tayînkirinê ya DBP’a Colemêrgê de axivî û got ku dê bi rêxistinbûyîna xwe bersivê bidin tecrîdê.   Kongreya Tayînkirinê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Colemêrgê bi dirûşma “Bi civakeke rêxistinkirî ve ber bi jiyaneke azad ve” hat lidarxistin. Kongre, li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê hat lidarxistin. Endam û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê, parêzerên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Colemêrgê, Hevserokên HDP’a Colemêrgê, endamên MYK’a DBP’ê û bi sedan partiyî di kongreyê de amade bûn. Kongre, bi diyarkirina endamên dîwanê dest pê kir û piştre jî ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin.    ‘JI BO ÇAPEMENIYÊ BIBIN DENG’   Di kongereyê de Endama MYK’a DBP’ê Aynûr Sarica axivî û diyar kir ku dê bi pêşengtiya jin, ciwan û dayikan xwe li her çar parçeyên Kurdistanê birêxistin bikin û wiha got: “Ev çiqas hewl bidin me asteng bikin jî, em ê her tim li ber xwe bidin û têkoşîna xwe bidomînin. Çawa ku me îro ev der tije kir, dê li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî jî qadan tije bikin û bi têkoşîna xwe bibin bersiv. Her wiha bi êrişên ser çapemeniya azad re hewl didin dengê gel qut bikin. Em ê ji bo çapemeniyê bibin deng û li kolanan nûçeyan çêbikin.”    ‘TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ LI HER DERÊ BELAV BÛ’   Bi domdarî Sarica bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got ku ev tecrîd bû 24 sal ku didome. Sarica, axaftina xwe wiha qedand: “Niha li seranserî welêt tecrîdeke giran heye û ev tecrîd li Îmraliyê dest pê kir. Di vê tecrîdê de li girtîgehan derhiqûqiyên mezin li dijî girtiyan tên kirin. Ne tenê girtîgeh lê tevahiya bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê di bin tecrîdeke giran de ne. Em ê bi rêxistinbûneke azad, bersivê bidin vê tecrîdê.”    Piştî axaftinan jî Sîpan Tûran û Mûstafa Acer weke Hevserokên DBP’a Colemêrgê hatin tayînkirin.