Rojnamevan Şahînliyê bi awayekî destkelemçekirî muayene kirine 2022-11-04 18:40:42   ENQERE - Rojnamevan CEylan Şahînlî ku di Girtîgeha Sîncanê ya Jinan de ye, li nexweşxaneyê bi awayekî destkelemçekirî hatiye muayenekirin.    Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ceylan Şahînlî ku di 29'ê Cotmehê de tevî 8 rojnamevanan hatibû girtin, bi awayekî destkelemçekirî hatiye muayenekirin.    Şahînliyê di 2'yê Mijdarê de bi gumana Hepatît B'yê rakiribûn nexweşxaneyê. Ji ber ku li muayeneya bi awayekî destkelemçekirî lê hatibû ferzkirin, Şahînliyê muayene red kiribû û bêyî bê muayenekirin ew biribûn Girtîgeha Sîncanê ya Jinan.   Îro cardin Şahînliyê rakirine nexweşxaneyê. Şahînliyê bi awayekî destkelemçekirî hatiye muayenekirin.    Parêzer dê li dijî muayeneya bi awayekî destkelemçekirî giliyê bijîşkan bikin.