Rojbîn Perîşan li Amedê bi dirûşmeya 'jin jiyan azadî' hat pêşwazîkirin 2022-11-04 20:35:08   AMED – Nivîskar Rojbîn Perîşan ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket, li Balafirgeha Amedê bi girseyî hat pêşwazîkirin.    Nivîskar Rojbîn Perîşan piştî 30 salan, di 30'yê Cotmehê de ji Girtîgeha Gebzeyê ya Kocaeliyê ya Jinan derket. Perîşan ku di sala 1992’yan de di 18 saliya xwe de hatibû girtin û Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” cezayê meuebedê (36 sal) lê birîbû, piştî ji girtîgehê derket bi 5 rojan hat bajarê xwe Amedê.    Perîşan, îro li Stenbolê bi balafirê hat Balafirgeha Amedê. Komeleya Yekitî Çand û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirina re (MEBYA-DER), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re ya Marmarayê (TUAY-DER), Tevgera Jinên Azad (TJA), Xizmên girtiyan ên Nobeda Edaletê, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê û  Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Remziye Tosûn û endamên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Wêjekarên Kurd û gelek kes Perîşanê bi çepik û tilîliyan pêşwazî kirin û kulîlk danê. Di dema pêşwazîkirinê de dirûşmeya “Jin jiyan azadî” hat berzkirin.    Her wiha polîsan nehiştin rojnamevan dîmenên kêliya pêşwazîkirinê bigirin û nivîskar Perîşan daxuyaniyê bide. Lê Perîşanê gava ji balafirgehê derket ewilî wiha got: "Ji rûmetê û azadiyê xweştir tiştek nîn e.”    Pişt re Perîşanê tevî kesên ew pêşwazî kirine ber bi mala xwe ya li navçeya Rezanê ve bi rê ket.