Abdulhamît Orbay piştî 30 salan ji girtîgehê derket 2022-11-04 21:46:02   STENBOL - Abdulhamît Orbay, piştî 30 salan di 60 saliya xwe de ji Girtîgeha Tekirdagê ya Jimare 2'yan a Tîpa F'yê derket.    Abdulhamît Orbay ku di Girtîgeha Tekirdagê ya Hejmara 2'yan a Tîpa F'yê de dima, piştî 30 salan ji girtîgehê derket. Orbay ku di sala 1992'yan de li navçeya Bismilê ya Amedê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin, cezayê muebedê (36 sal) lê hatibû birîn. Orbay bi dorê di li van bajaran di girtîgehê de maye: Amed, Dîlok, Yozgat, Sêrt, Îzmîr, Sêwreg, Cirnê Reş, Xarpêt û Tekirdag.    Orbay ku gava hatiye girtin 30 salî bûye, di 60 saliya xwe de ji girtîgehê derket.    Malbata Orbay, hevalên wî û MA TÛHAY-DER ew li ber girtîgehê pêşwazî kirin. Orbay, gava ji girtîgehê derket kevoka spî firand.   Hat hînkirin ku Orbay dê sibê ber bi bajarê xwe Amedê ve bi rê bikeve.