Doza Kobanê: Hûn jinên kurd didarizînin 2022-11-04 22:39:26 ENQERE - Di Doza Kobanê de parêzer Çîgdem Kozanê diyar kir ku xebatên KJA’yê yên aktîvîst Ayla Akat Atayê wekî sûc hatine hesibandin û wiha bertek nîşan da: “Hûn bi navê KJA’yê muwekîla min û hemû jinên kurd didarizînin."   Rûniştina 8’emîn a danişîna 18’emîn ya Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê, endamên MYK’a HDP’ê ya berê jî di nav de 21 jê girtî 108 siyasetmedarjê tên darizandin, li Hêwana Danişînê ya Kampusa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin.    Girtiyên li Girtîgeha Sîncanê tevlî danişînê bûn û siyasetmedarên li girtîgehên cuda tên girtin jî bi rêya Pergala Deng û Dîmenê (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), parlamenterên HDP’ê û gelek kes tevlî danişînê bûn.   ‘POLÎS ME JI XWE RE WEKÎ DIJMÎN DIHESIBÎNIN'   Aynûr Aşan bi SEGBÎS’ê ji Girtîgeha Sîncanê tev li danişînê bû û bi kurdî axivî, got: “Hûn ji ewlehiya me berpirs in, ew der cihekî darizandinê ye. Ew salon ne cihê xebata TEM’ê ye. Polîs me wekî dijmin dihesibînin. Ji bo darizandineke bi tekûz divê TEM salona dadgehê wekî cihê xwe bi kar neyne."    Paşê heyeta dadgehê ji bo 15 deqeyan navber da rûniştinê. Piştî navberê, dozgeriyê bi hinceta şertê kontrola edlî bi cih neaniye, daxwaza girtina Cîhan Erdalê ji Doza Kobanê tê darizandin û hatibû berdan kir.    ‘DELÎLÊN BERBIÇAV JÎ HENE LÊ NAYÊ BERDAN’    Parêzer Ayşen Akçay Senemê diyar kir ku pir behsa hesabên medyaya dîjîtal ên Bîrcan Yorûlmazê tê kirin lê têkildarê belgeya “Di dîjîtalên Bîrcan Yorûlmazê de materyalên rêxistinê hene“ tu tiştek nîn e.    ‘HÛN JINÊN KURD DIDARIZÎNIN’    Parêzer Çîgdem Kozanê ku der barê belge û daxwazên ji bo tevlîbûna dosyayê de axivî destnîşan kir ku xebatên Ayla Akat Atayê di nav KCD’ê wekî sûc hatine hesibandina û got ku bi vê dosyeyê hewil didin ku KJA’yê krîmînalîze bikin. Kozanê herî dawî doza bidawîkirina bêhiqûqîtiya tê kirin û tehliyeya Atatê kir.   ‘4’Ê MIJDARÊ DERBEYEK E’    Parêzer Cahît Kirkazak jî di rûniştinê de axivî û got: “Biryar û doz siyasî ne. 4’ê Mijdarê derbeyek e, nehiqûqî ye. Ji ber ku desthilatê tişta dixwest ji 4’ê Mijdarê bi dest bixe, bi dest nexistiye ev dosye 6 sal bi şûn de derxist pêş û siyasetmedar jî sirf ji ber ku di nava HDP'ê de ne tên darizandin.“   Heyeta dadgehê ji bo biryara navberê, navber da rûniştina 8'an a danişîna 18'an.