'Em li axa xwe bikaranîna çekên kîmyewî qebûl nakin' 2022-11-05 09:02:46   AMED - Endamê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Mirad Bîlgîç destnîşan kir ku divê her kes xwedî li daxwaza ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî derkeve û wiha got: "Divê her kes bibêje li axa ku ez lê dijîm, jiyana ku ez jî parçeyekî wê me bikaranîna çekên kîmyewî qebûl nakim û doza lêkolînkirinê dikim."   Êrişên dewleta tirk yên bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ên li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê ji 17'ê Nîsanê ve didomin. Ji roja ev şer hatiye destpêkirin heya niha Tirkiyeyê li van herêmên navborî gelek caran çekên kîmyewî bi kar aniye. Li gorî daxuyaniya Navenda Parastina Gel (NPG), di van êrişên bi çekên kîmyewî de 44 endamên Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Jinên Azad a Starê (YJA-Star) jiyana xwe ji dest dane. Her wiha dîmenên du HPG'iyên bandor ji çekên kîmyewî girtibûn jî hatibûn belavkirin. Piştî van dîmenan gelek derdor bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî dan.    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY DER) ya Amedê, Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM), Platforma Koçberiyê, Meclîsa Ciwanan a HDP’ê û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê dê 6’ê di Mijdarê de li navçeya Silopiya ya Şirnexê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî "Meşa Mirovahiyê’ li dar bixin.   Endamê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Mirad Bîlgîç têkildarî mijarê bi lêv kir ku çekên kîmyewî bandoreke mezin li xwezayê dikin û got ku divê hemû xwezaperwer li dijî bikaranîna çekên kîmyewî û şer deng derxin.   BANDORA ÇEKÊN KÎMYEWÎ   Bîlgîç, anî ziman ku çekên kîmyewî bandorê li nifşên ku hê nehatine dinê jî dike û wiha got: “Şer dijberî jiyanê ye. Ji ber wê kesên ku ji xwe re dibêjin em xwezaperwer in û saziyên ekolojiyê divê li dijî şer rabin. Ji ber ku şer mirinê tîne. Lê çekên kîmyewî rûyê qirêj yê şer in. Ji ber vê divê hemû kes li dijî bikaranîna çekên kîmyewî rabin. Bikaranîna çekên kîmyewî di peymanan de jî hatiye qedexekirin. Ji ber ku dema çekên kîmyewî li herêmekê bên bikaranîn çi qas bandor dike û bandora wê çend salan didome ne diyar e. Heke îro hemû dinya bibêje ku êdî şer qedexe ye jî bandora çekên kîmyewî ku hatine bikaranîn dê bi sedan salan li dinyayê bike. Nifşên ku hê nehatine dinyayê û nebatên ku hê tov in jî bandorê jê digirin."   Bîlgîç, diyar kir ku hewa û avhewa jî bandorê ji çekên kîmyewî digirin û ev tişt anîn zimên: “Dema çekên kîmyewî tên bikaranîn, li hewayê belav dibe û nayê zanîn bê bandora wê ya hewayê heta ku derê diçe. An jî çawa bandorê li hewayê dike ne diyar e. Ji ber wê dibe ku em piştî 10 salan bandora çekên kîmyewî bibînin. Ya duduyan dibe wekî nemêk û di demeke cuda de xwe dide der. Ya sêyan jî li ser axê dimîne û di destpêkê de hemû tiştên li ser axê tune dike û berhemdariya axê jî qels dike û di nava ava bin axê de digihê cihên cuda. Ji ber vê çekên kîmyewî tenê li dijî 2 aliyên şer nayên bikaranîn. Hemû zindî û nezindî û hemû hêmanên ku gerdûnê ava dikin bandorê ji wan digirin. Ji ber vê, heke ew şer îro biqede jî bandora çekên kîmyewî wê berdewam bike. Lewma em Tevgera Ekolojiyê li dijî şer in, lê dema mijar bibe çekên kîmyewî em ji deh qatan zêdetir li dijî şer in."   ‘DIVÊ LÊKOLÎN BÊN KIRIN'   Bîlgîç, destnîşan kir ku 4 an jî 5 nifş bandorê ji çekên kîmyewî digirin û wiha pê dê çû: “Bandora çekên kîmyewî ku di şerê cihanê yê yekemîn de hatine bikaranîn hê jî tê nîqaşkirin. Çend sal di ser re derbas bûne, lê bandorê li 4 nifşan piştî şer kir. Ji ber wê kesên xwezaperwer û jiyanparêz li dijî çekên kîmyewî radibin û bi yekdengî bang dikin ku lêkolîn bên kirin. Di encamê de ger kifş bibe ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn, divê raya giştî ya dinyayê bertek nîşan bide. Li gorî peymanan jî divê danekirinek hebe. Hemû ajal, nebat û ava ku diherike ji çekên kîmyewî bandorê digirin. Ji hemû bîr, bawerî, felsefe û zanîstê av bi paqijiya xwe pîroz tê penasekirin. Ji ber ku ew ava paqij hatiye qirêjkirin divê bertekên xurt bên nîşandayin. Îro angaşta ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn heye. Mafê min jî heye ku daxwaza lêkolînkirina çekên kîmyewî bikim. Heke çekên kîmyewî nehatibin bikaranîn, nexwe bila rê bidin ku pispor lêkolînê bikin, da ku em jî bibînin hatine bikaranîn yan na. Çima pêşiya lêkolînkirinê digrin? Ev fikaran li me peyda dike."    ‘SEDEMA BÊDENGBÛNÊ KURDITÎ YE’   Bîlgîç, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser bêdengbûna qada navneteweyî û saziyên ekolojîst jî û got: “Hin sazî û dezgehan li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bertek nîşan dan. Çend ekolojîst û saziyan bi dîmen û nivîsên xwe xwestin ku îdiayên ji bo çekên kîmyewî bên lêkolînkirin. Lê li gorî van îdiayan bertekên ku hatin nîşandayin qels bûn. Dema ku di navbera 2 dewletan de angaştek bi vî rengî hebe, gelek dewlet daxwaza lêkolînê dikin û ev dikeve rojeva hemû dinyayê. Lê dema mijar tê ser kurdan bêdeng dimînin. Ji ber ku kurd xwe nasipêrin cihekî û cihan jî dibêje hûn xwe nasiperin cihekî em tiştekî nakin. Lê ev nayê wê wateyê ku em dê xwe bisipêrin cihekî. Hêza me ya ku heta îro em li ser pêyan sekinîne nîşan dide ku em dikarin wan jî berteraf bikin. Lê ew politikaya ku ‘Li gorî dilê min be ez dikarim bertekê nîşanî çekên kîmyewî bidim, ne li gorî dilê min be ez ê çavên xwe bigirim’ ev ne bi çanda mirovahiyê re, ne bi sincê însaniyetê re û ne jî bi tu baweriyeke re tekiliya xwe heye. Rewşa cîhanê jî niha wisa ye. Li gorî berjewendiyê tevdigerin, lê kesên ekolojîst li gorî berjewendiyan tevnagerin. Ji ber wê divê komên ekolojîst ên cîhanê ji dewletên xwe daxwaz bikin ku ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî serledan bên kirin.”   ‘MEŞA MIROVAHIYÊ’   Bîlgîç, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser "Meşa Mirovahiyê" de ku dê di 6'ê Mijdarê de li navçeya Silopiya ya Şirnexê bê lidarxistin û ji bo beşdarbûnê ev bang li her kesî kir: “Angaşteke ku sûcê li dijî mirovahiyê di xwe de dihewîne heye. Daxwaza lêkolînkirina vê angaştê jî mafê hemû kesî ye. Ji ber wê em dibêjin ku divê hemû kes xwedî li vê daxwazê derkevin û vê meşê xurt bikin, daxwaza xwe rakin asta herî jor, tev li vê çalakiyê bibin û bibêjin, li axa xwe, jiyana ku ez jî parçeyekî wê me bikaranîna çekên kîmyewî qebûl nakim û doza lêkolînkirinê dikim. Bi vê nêrînê divê hemû kesên ku ji vê axê, fikra wan çi dibe bila bibe, heke jiyanparêz bin û mirovahîparêz bin divê tev li çalakiye bibin û ji bo bandorek li dinyayê bike vê meşê xurt bikin ku lêkolînek bê destpêkirin. Ji ber wê banga min ji hemû kesên ku jiyanê diparêzin, hemû gelên cîhanê û bi taybetî jî gelên Kurdistanê ew e ku piştgiriyê bidin vê meşê.”   MA / Mahmût Altintaş