Di Doza Kobanê de biryara navberê hate dayîn: Yorûlmaz û Bagcik hatin berdan 2022-11-05 09:37:01   ENQERE - Şandeya dadgehê ku di Doza Kobanê de biryara xwe ya navberê aşkere kir, derbarê Bîrcan Yorûlmaz û Mesût Bagcik de biryara berdanê da.    Rûniştina 8’emîn a 18’emîn danişîna Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, endamên MYK’a HDP’ê ya berê jî di nav de 20 jê girtî 108 siyasetmedarjê tên darizandin, duh li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat dîtin.     Di rûniştina dawî ya danişîna ku du hefteyan berdewam kir de şandeya dadgehê ji bo biryara navberê bide navber da danişînê. Şandeya dadgehê ku nîvê şevê biryara xwe ya navberê aşkere kir, dadgehe wergirtina parastinan û dema girtinê li ber çavan girt û biryara berdana Bîrcan Yorûlmaz û Mesût Bagcik ya bi şertê kontrola edlî da.    JI BO 18 KESAN BIRYARA BERDEWAMA GIRTINA WAN HATE DAYÎN    Dadgehê ji bo siyasetmedarên girtî Alî Urkut, Alp Altinors, Ayla Akat Ata, Ayşe Yagci, Bulent Parmaksiz, Dîlek Yagli, Gultan Kişanak, Îsmaîl Şengul, Nazmî Gur, Pervîn Odûncû, Sebahat Tûncel, Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Meryem Adibellî, Aynûr Aşan, Zeynep Olbecî û Zeynep Karama biryara berdewama girtina wan da.    Rûniştina 19’emîn a danişîna Doza Kobanê wê di navbera 21’ê mijdarê û 2’yê kanûnê de li Girtîgeha Kampusê ya Sîncanê berdewam bike.