Banga ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ ya li Silopiya: Bila hesab bidin 2022-11-05 11:07:42     ŞIRNEX - Hevserokên HDP’a Şirnexê banga tevlibûna “Meşa Mirovahiy ya li Dijî Çekên Kîmyewî” ya li Silopiya dê sibê bê lidarxistin kirin û gotin yên çekên kîmyewî bikar tînin divê hesab bidin.    Sibê li navçeya Silopiya ya Şirnexê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bi pêşengiya MEBYA-DER’ê bi beşdariya KCD, HDP, DBP û TJA’yê “Meşa Mirovahiyê ya li Dijî Çekên Kîmyewî” tê lidarxistin.    Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, parlamenterên HDP’ê, nûnerên rêxistinên sivîl beşdarî meşê dibin. Her wiha dê ji bajarên wek Wan, Amed, Êlih, Sêrt, Mêrdîn û gelek bajarên din bi sedan welatî tev li meşê bibin.    Hevserokên HDP’a Şirnexê Abdullah Gungen û Sabûha Akdag banga tevlibûna meşê kirin.    ‘KÎMYASAL LI DIJÎ EHLAQ Û MIROVAHIYÊ YE’    Hevserok Abdullah Gungen diyar kir ku zarokatî û ciwantiya her welatiyek kurd di nava şer de derbas bûye û ji her mafê xwe ji perwerdehiya zimanê zikmakî bigire heta her cure mafê mirovî bêpar hatine hiştin. Gungen da zanîn ku şer hê jî li ser gelê kurd berdewam dike û got: “Lê îro şerê li dijî gelê me tê kirin, çekên kîmyasal tên bikaranîn. Çekên kîmyasal hem li dijî ehlaqê û hem jî li dijî mirovahiyê ye.”    ‘ÇARESERÎ LI BA BIRÊZ OCALAN E’    Gungen destnîşan kir ku ji bo şer bi dawî bibe yekane rêya çareserkirin pirsgirêka kurd çareserî ye û got: “Navnîşana vê çareseriyê jî birêz Abdullah Ocalan e. Divê demildest dawî li şer û tecrîdkirina birêz Ocalan bê anîn. Lazim e em em li dijî polîtîkayên şer û qirêj rabin û dengê xwe bilind bikin. Dîmenên bikaranîna çekên kîmyewî şerma li dijî mirovahiyê ye. Divê em sibê i Silopiya xwedî li mirovahiyê derkevin û li ber kîmyasalê rabin. Pêwîste her kesê xwedî wîjdan sivê tev li meşa me ya mirovahiyê bibe.”    ‘ÇEKÊN KÎMYEWÎ PIRSGIRÊKA GELÊN CÎHANÊ YE’    Hevseroka HDP’a Şirnexê Sabûha Akdag jî destnîşan kir ku şerê li Kurdistanê tê birêvebirin bi salan e berdewam dike û şer di salên dawî de veguheriye astek din. Akdag diyar kir ku dîmenên bikaranîna çekên kîmyewî ku derketin holê divê tevahiya dinyayê rakira ser pêya û ew çekên kîmyewî ku li ser axa Kurdistanê tên bikaranîn, pirsgirêka hemû gelên dinyayê ye. Akdag bi bîr xist ku sibê meşa wan li Silopiyê li dijî çekên kîmyewî tê lidarxistin û pêwîste her kes li ber van çekên kîmyewî rabe û her kesên kîmyasalê bikar anîne hesab bidin gelê kurd. Akdag xwest ku her kesê xwedî wîjdan û ehlaq û mirovahiyê diparêze tev li meşa wan bibe.