Malbatên girtiyan: Çapemeniya azad rastiya me ye 2022-11-05 11:30:35   STENBOL – Malbatên girtiyan bertek nîşanî girtina rojnamevanên kurd dan û gotin: “Ew zarokên Apê Mûsa ku rastiyan dibêjin. Em wek dayikan li cem rojnamevanan e.”    Di 29’ê cotmehê de 9 rojnemavanên kurd ên nûçegihanên Ajansa Mezopotamya û JINNEWS’ê ji aliyê Serdozgeriya Komarî û dadgeriya Enqereyê ve bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.   Dayik û malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatine taloqkirin ku li Stenbolê Nobeda Edaletê digirin bertek nîşanî girtina rojnamevanên kurd dan.    JI ROJNAMEVAN RE EDALET Û AZADΠ   Kumrî Akgul zextên li ser rojnamevanan şermezar kir û got: “Ji ber ku çapemeniya azad derewên AKP’ê derdixe holê dibe hedef. Rojnamevan zilma li ser me ji dinyayê re radigihînin. Heke ne ji xebatkarên çapemeniya azad bûya wê dengê neyê bihîstin. Ew zarokên me jî, wan azad berdin. Ez ji bo hemû rojnamevanan edalet û azadî dixwazim.”    ‘BILA ÎKTIDAR HIŞÊ XWE BIDE SERÊ XWE’    Ji malbatên girtiyan Fincê Akman jî anî ziman ku rojnamevanên kurd rastiyê derdixin holê û lewma dibin armanca êrişan. Akman da zanîn ku îktidar naxwaze kes rastiyan hîn bibe û ew dibêjin qey wê bi girtinê rojnamevanan bêdeng bikin lê bila dizanibin kurd û rojnamevanên xwe wê tu carî bêdeng nemînin. Akman diyar kir ku divê îktidar û daraz hişê xwe bidin serê xwe û xwest rojnamevan tavilê bên berdan. Akman got: “Divê em xwedî li deng û rengê xwe çapemeniya azad derkevin. Ne çapemeniya azad me bêxwedî dihêle û ne jî em ê wan bêxwedî bihêlin. Çapemenî ronahiya cîhanê ye. Ew çiqas êrişî çapemeniya azad dikin bila bikin, em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”    'EW ZAROKÊN APÊ MÛSA NE’    Dayika Aştiyê Zeynep Calihan jî destnîşan kir ku çapemeniya kurd a azad rastiya wan tîne ziman û got: “Zarokên me yên çapemeniya azad girtin lê bila her kes bizanibe ew ê li girtîgehê jî rojnamevaniya xwe bidomînin. Wê nikaribin bi girtinê dengê me qut bikin. Tu demê nikarin me bêdeng bikin.Divê em xwedî li zarokên çapemeniya azad derkevin. Em wek dayikan li pişt wan in. Ew rûmet û serbilindahiya me ne. Yên ku rastiyê dibêjin zarokên me ne. Yên ku rastiyê dibêjin zarokên Apê Mûsa ne.”