Li Xarpêtê ji ber deynî şer kirin: 3 kes mirin 2022-11-05 12:00:09   XARPÊT - Li Taxa Sursuru ya navendî ya Xarpêtê ji ber deynî, biçekan şer derket û di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da.    Li gorî îdiayan li kargeheke ku li Bûlvara Îmamefendi ya li taxa Sursuru ya navenda Xarpêtê, xwediyê maşîneya dirûnê yê deyndêr, bi kesê ku deynê xwe jê bigire re nîqaş kir. Pişt re di demekî kurt de nîqaş mezin bû veguherî şerê biçekan. Hate hînbûn ku di şerê biçekan de Bûrak Tûtak û Bulent Bûlûç li cihê bûyerê, Mehmet Kayar jî di ambûlansê de jiyana xwe ji dest da.    Têkildarî aliyan tu agahî nehatin girtin û girêdayî şer 3 kes hatin binçavkirin.     Hate hînbûn ku Bulent Bûlûç ê jiyana xwe ji dest dayî rêveberê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Dêrsimê ye.