Parêzer Aryen Tûran: Em ê her bêhiqûqiyan vebêjin 2022-11-05 12:18:05     ÎZMÎR - Parêzer Aryen Tûran ku ji ber axaftina xwe ya di kongreya Baroya Îzmîrê de hedef hatibû nîşandan û hat binçavkirin û berdan got ew ê her tim bêhiqûqiyê bînin ziman.    Endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Aryen Tûran di 22’yê cotmehê de li ser navê OHD’ê di kongreya Baroya Îzmîrê de axivî. Turan bal kişandibû ser lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî, girtiyên nexweş û ji ber ku dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kiribû, bi êrişa nijadperest re rûbirû mabû. Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê ji ber axaftina Tûran derbarê wê de lêpirsîn da destpêkirin. Tûran di çarçoveya lêpirsînê de 3’yê mijdarê hat binçavkirin û bi îdiaya “alîkarî daye rêxistinê” hat tawanbarkirin. Tûran bi şertê qedexeya derketina derveyî welat û kontrola edlî hat berdan.    ÇEKÊN KÎMYEWÎ JÊ HATINE PIRSÎN    Aryen Tûran ji ajansa me re axivî û bi bîr xist dema ew ji ofîsa xwe ya xebatê derket hatiye binçavkirin û her çiqas li emniyetê rewşek derûnî li ser wê hatiye çêkirin jî îfade nedaye polîsan. Tûran anî ziman ku di jêpirsîna binçavan de axaftina wê ya derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de jê hatiye pirsîn û dozger jê pirsa “gelo te vê axaftinê li ser navê rêxistinê kiriye?” kiriye.    TEVÎ HEVDÎTINÊ JÎ HATIYE BINÇAVKIRIN    Tûran da zanîn ku li gel parêzerên hevalên wê bi qasî 10 rojan li gel dozger hevdîtin kirine jî û jê re gotine vaye ku ew amade ye îfade bide jî hatiye binçavkirin û ev yek li ser hedefnîşandana medya alîgir û trollên wan pêk hatiye.    ‘EM Ê HER BÊHIQÛQIYAN BÊJIN’    Tûran destnîşan kir ku pir hedef hatiye nîşandan, heqaret, çêr lê hatine kirin û gefa kuştin û tecawizê lê hatiye xwarin û got: “Li gel vê hedefnîşandanê jî piştgiriyek xurt bo min hebû. Lê bila her kes viya baş bizanibe, em ê her bêhiqûqiyan vebêjin û ew ê bikin ku dewlet li dijî neheqî û bêhiqûqiyan bikeve tevgerê. Em ê bikin ku hiqûq û edalet li vî welatî serdest bibe. Em wezîfeya xwe pêk tînin û erka xwe ya civakî bi cih tînin.”    MA / Delal Akyuz