‘Li Iraqê hebûna leşkerên tirk dagirkerî ye’ 2022-11-05 13:02:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Komîsyona Parastin û Ewlehiyê ya Iraqê Weîd Qedo, bi lêv kir ku hebûna leşkerên tirk a li ser axa Iraqê dagirkerî ye.    Dewleta tirk êrişên ku bi hevkariya PDK’ê li dijî Herêma Kurdistana Federe dane destpêkirin bênavber didomîne. Rayedarên Iraqî bertek nîşanî êrişên dewleta tirk ên di demên dawî de li dijî Şengalê zêde bûn. Endamê Komîsyona Parastin û Ewlehiya Parlamentoya Iraqê Weîd Qedo, têkildarî êrişên Tirkiyeyê ji Rojnewsê re axivî.    Weîd Qedo destnîşankir ku dosyaya dubarebûna êrişên dewleta tirk tevî nerazîbûnên fermî yên Bexdayê, pêvajoyek metirsîdar bi xwere tîne, ji bo vê biryar ew e ku parlamentoya Iraqê li ser van êrişên dewleta tirk civînekê li dar bixe.   ‘DIVÊ RÛNIŞTINEK TAYBET WERE LIDARXISTIN’   Weîd, di berdewama axaftina xwe de behsa hewldanên ji bo ragirtina êrişan kir û wiha got; “Gelek parlamenterên Iraqê daxwaz kirine ku li ser dosyeya binpêkirina serweriya xaka Iraqê lêkolîn were destpêkirin. Ji bo vê yekê divê runiştinek taybet ji bo guftugokirina êrişên Tirkiyê were li darxistin ku daxwaz ji Enqereyê were kirin ku rêz ji serweriya Iraqê re bigire.”   Weîd Qedo bal kişand ser hejmara leşkerên tirk yên di nava xaka Iraqê de û got: “Zêdetirî 7 hezar leşkerên Tirkiyeyê di nava xaka Iraqê de hatine bicihkirin. Hebûna leşkerên dewleta tirk di nava xaka Iraqê de dagirkeriye û ev jî nayê qebûl kirin.”