Polîsan dîsa gef li fîrmaya otobusê xwar ku rojnameya Xwebûnê nebe 2022-11-05 16:02:45   AMED - Polîsan li Amedê rojnameya Xwebûnê ku li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê weşana bi kurdî dike, gefê li fîrmaya otobusê xwar ku rojnameyê nebe Stenbolê.    Rojnameya Xwebûn ew rojnameye ku li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê yekane rojnameya ku bi kurdî weşanê dike ye. Belavkirina rojnameyê ya hejmara 151’emîn carek din ji hêla polîsan ve hat astengkirin. Polîs pêşî li otobûsa ku rojname dibir Stenbolê girt û gef li fîrmaya otobusê xwar ku rojnameya nebe. Piştî polîsan gef li otobusê xwar, rojnameyan ji otobusê derxistin.    Polîs gef li xebatkarê fîrmayê xwar û jê re gotine, “Hûn vê rojnamê nabin. Heke hûn bibin em ê maşîna we girê bidin.”      BERÊ JÎ ASTENG KIRIBÛN    Beriya niha ji rojnameya Xwebûn di 19’ê îlonê de hejmara wê ya 144’emîn dê bişandana Mêrsînê lê polîsan rojnameyan desteser kiribûn. Her wiha polîsan di 15’ê cotmehê de jî gef li xebatkarên fîrmaya otobüse xwaribûn û destûr nedabûn ku rojnameyan bibe.