ÎHD: Bila rojnamevan û Fîncanci bên berdan 2022-11-05 16:29:19   HATAY - Hevserokê Şaxa ÎHD’a Hatayê Mursel Tongûç Salmanoglû, xwest ku bêhiqûqî bên bidawîkirin û got: “Bila Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci û rojnamevanên hatin girtin bên berdan.”   Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Hatayê, bi daxwaza “Ji bo herkesê aştî” li avahiya komeleya xwe Nobeta Aştiyê li dar xist. Di çalakiya ku gelek kesan serdana wê kir de Hevserokê Şaxa ÎHD’a Hatayê Mursel Tongûç Salmanoglû, bi lêv kir ku mafê aştiyê mafekî mirovî ye.     Salmanoglû, girtina Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanci bi bîr xist û wiha got: “Divê demildest dest ji vê bêhiqûqiyê bê berdan. Divê mirova zanyar û parazvana mafê mirovan Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci ku li cîhanê tê nasîn divê demildest bê berdan.” Salmanoglû derbarê girtina 9 rojnamegerên di Çapemeniya Azad de dixebitin got ku çalakî û xebatên rojnamegeriyê yên di çarçoveya azadiya çapemeniyê de bi tu awayî nayên krîmînalîzekirin, tiştên ku tên kirin binpêkirina mafê gel ê hînbûna heqîqetê ye û xwest Fîncanci û rojnameger bên berdan.”