Gelê Silopiyayê vexwandin ‘Meşa Mirovahiyê’ 2022-11-05 19:44:28   ŞIRNEX - Şandeya ku ji Hevserokên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir û parlementerên HDP'ê pêkhatî li Sîlopyayê gel vexwand “Meşa mirovahiyê” ku dê sibê bê lidarxistin.     Li navçeya Sîlopyayê dê di 6’ê Mijdarê bi pêşengiya KCD, HDP, DBP, TJA, TUHAD-FED, MED-DER, NÇM, Platforma Koçberiyê û Dayikên Aştiyê bi dirûşmeya “Li hemberî çekên kîmyewî meşa mirovahiyê” bê lidarxistin. Xebatên ji bo meşê bênavber berdewam dikin.    Li navçeya Sîlopyayê şandeya ku ji Hevserokê Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, parlementerên Partiya Demokratîk a Gelen (HDP) Dersîm Dag, Remziye Tosûn, Abdûllah Koc, Nûran Îmîr, Huseyin Kacmaz û Hasan Ozguneş pêk hatî esnafên Sîlopyayê ziyaret kir û gel vexwand “Meşa Mirovahiyê”. Meclîsa Dayikên Aşitiyê, TJA û Rêxistina HDP’ê ya bajêr jî hevrêtî bi şandeyê re kir. Şandeyê serdana esnafên Silopiyayê kir.    Di ziyaretê de Parlementerê HDP’ê Hasan Ozguneş got:” Em sibê saet di 13:00’an de li Tilqebînê kom dibin û li dijî bikaranîna çekên kîmyewî dimeşin. Li hemberî vî şerê qirêj em gelê xwe vedixwinin meşa mirovahiyê.”   Bernameya ku dê sibê bê lidarxistin wiha ye:   Hevserokên DBP’ê yên Giştî Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, parlmenterên HDP'ê Abdûllah Koç, Dersîm Dag, Hîşyar Ozsoy, Remziye Tosûn, Îman Taşçier, Ebrû Gunay, Feleknas Ûca, Mûrat Sarisaç, Mûazzez Orhan, Omer Ocalan, Nûsrettîn Maçîn, Siddik Taş, Nûran Îmîr, Hasan Ozguneş û Hûseyin Kaçmaz dê tevlî meşê bibin.    Girseya ku wê ji bajarên Edene, Mêrsîn, Amed ,Êlîh, Mêrdîn, Meletî, Riha, Çewlig, Sêrt, Wan, Colemêrg, Bedlîs, Mûş û Agiriyê bê Sîlopiyayê wê saet di 13:00’an de li bajarokê Tilqebînê yê Sîlopiyayê kom bibe û piştre ber bi Deriyê Xabûrê ve bimeşe.