'Desthilat dixwaze ser sûcên xwe binixumîne' 2022-11-06 09:03:24   ENQERE - Nûnerên partiyên siyasî diyar kirin ku bikaranîna çekên kîmyewî sûcê li hemberî mirovahiyê ye û gotin ku desthilat dixwaze ser vî sûcî bigire.    Êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li ser herêmên Zap, Metîna û Avaşînê ji 17'ê nîsanê ve didomin. Ji roja ev şer hatiye destpêkirin heya niha Tirkiyeyê li van herêmên navborî gelek caran çekên kîmyewî bi kar aniye. Li gorî daxuyaniya Navenda Parastina Gel (NPG), di van êrişên bi çekên kîmyewî de 44 endamên Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Jinên Azad a Starê (YJA-Star) jiyana xwe ji dest dane. Her wiha dîmenên 2 HPG'iyên ji çekên kîmyewî bandor bûbûn jî hatibûn belavkirin. Ev dîmen bûbûn cihê bertekên mezin.    Bertekên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî didomin. Nûnerên partiyên siyasî bang kirin ku Tirkiye dawî li van êrişên bi çekên kîmyewî bîne û saziyên têkildarî lêkolînê bikin.    Endama Komîteya Navendî ya Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) Sanem Denîz Kûral, diyar kir ku bikaranîna çekên kîmyewî di qada navneteweyî de sûcekî gelekî mezin e û wiha got: "Hikûmeta heyî naxwaze lêpirsnek der barê bikaranîna çekên kîmyewî de bê kirin. Ji vê nerihet dibe. Naxwazin wekî ku çekên kîmyewî bikaranîbin bên xuyakirin. Axaftina di vî warî de vê yekê nîşan dide."    ‘DIXWAZIN CIVAKÊ ÇAVTIRSANDÎ BIKIN'   Bi domdarî Kûral anî ziman ku AKP di her firsendê de dixwaze civakê, kesên ji bo kedê û demokrasiyê têdikoşin çavtirsandî bike û wiha domand: "Ger hûn rabin mijarekê bidin ber lêpirsînê, dibêjin 'em ê tişta me anî serê Fîncanciyê bînin serê we.' Lê kesên ji bo kedê û azadiyê têdikoşin her tiştî dibînin. Tiştên tên kirin tepisandina kesên di qada muxalefeta civakî de têdikoşin bi xwe ye. Lê em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin. Û em ê kesên dixwazin kesên ji bo demokrasiyê bitepisînin bişînin."    ‘SER SÛC DINIXUMÎNIN'   Endamê Desteya Rêveber a Navendî ya Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) Halît Elçî jî bibîr xist ku bikaranîna çekên kîmyewî di sala 1925'an de bi Konvansiyona Cenevreyê hatiye qedexekirin û got ku di rewşeke wiha de desthilat hewl dide xwe pak nîşan bide. Elçî anî ziman ku desthilata AKP-MHP'ê nahêle kes di vî warî de biaxive û bal kişand ser girtina 9 rojnamevanan û Seroka Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncaciyê. Elçî, wiha  got: "Bi vî awayî dixwazin ser sûcên xwe bigirin."    ‘EV PEYWIREKE MIROVAHIYÊ YE'   Di berdewamê de Elçî destnîşan kir ku meseleya kurdî bi polîtîkayên ewlehîparêz nayê çareserkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Desthilata AKP-MHP'ê bi israr şer didomînin û dixwaze polîtîkaya navxweyî tahvîl bike. Desthilat encamên giran ên şer dike aamûreke hilbijartinê. Lê dê gel û kedkarên Tirkiyeyê vê lîstikê pûç bikin. Demildest divê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navneteweyî întiqalî herêmê bên kirin û îdia li cihê cih bên vekolandin û ger sûcek hebe berpirs bên cezakirin. Raya giştî ya navneteweyî û neteweyî divê şopdarê vê mijarê be. Ev sûcekî li hemberî mirovahiyê ye û ji bo kesên berpirs bi awayekî herî giran bên cezakirin çi ji destê me bê em ê bikin. Ev tenê ne armanceke siyasî ye, di heman demê de peywireke mirovahiyê ye jî."    ‘SERDEST KÎMYASALÊ HILDIBERÎNIN'   Seroka Giştî ya Partiya Şoreşgeran Elîf Torûn Onerenê jî bibîr xist ku bikaranîna çekên kîmyewî di salên ewil ên komarê de li Dersimê hatine bikaranîn û çekên kîmyewî yên li Helebçeyê ji aliyê Seddam Husên ve hatine bikaranîn. Onerenê destnîşan kir ku çendî çekên kîmyewî bi peymanên navneteweyî hatibin qedexekirin jî welatên endamên NATO'yê jî di nav de serdest çekên kîmyewî hildiberînin, difiroşin û bi kar tînin. Oneren, axaftina xwe wiha dom kir: "Îdiaya Hûlûsî Akar ku dibêje 'di envantera me de çekên kîmyewî tune ne' ne rast e. Lewre çalakiyên ku piştî dîmenên hatin belavkirin hatin lidarxistin, hemû rastî êrişên polîsan hatin. Seroka TTB'ê Şebnem Korûr Fîncanciyê ku xwest êriş ji aliyê komîsyonên navneteweyî bê vekoandin pêşî hedef hat girtin û bi dû re hat girtin."    Oneren, axaftina xwe wiha qedand: "PDK, rêyên vê komkujiyê çêdike. Pêşî dest danî ser sewqiyata maskeyên gazê, paşê tevgeriya ku artêşa tirk bi rihetî biçe herêmê. Di vê komkujiyê de tevkariyê bi Tirkiyeyê re dike. Em ê tim bibêjin 'bikaranîna çekên kîmyewî qedexe ye' û em ê ji bo vê bitêkoşin."    MA / Zerrîn Sargût