Seroka Odeya Bıjişkan a Amedê: Em girtina Şebnem xoceyê qebûl nakin 2022-11-06 09:04:56   AMED - Seroka DTO’ya Amedê Elîf Tûranê ku bertek nîşanî girtina Seroka TTB’yê Şebnem Korûr Fîncanciyê da, wiha got: “Ne tenê em, hemû Tirkiye û cîhan jî şahidê têkoşîna Şebnem xoceyê ne. Em girtina wê qebûl nakin.”   Seroka Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanci, ji ber ku xwestibû bikaranîna çekên kîmyewî yên ji aliyê Tirkiyeyê ve li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê tên bikaranîn ji aliyê saziyên navneteweyî ve bên vekolandin, di 26'ê cotmehê de hatibû binçavkirin û paşê hatibû girtin.  Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran têkildarî girtina Seroka TTB'yê Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanciyê ji ajansa me re axivî.     ‘EM ŞAHIDÊN TÊKOŞÎNA WÊ NE’   Tûranê diyar kir ku girtina Fîncanciyê nayê qebûlkirin û wiha got: “Şebnem xoce ne tenê li Tirkiyeyê, di raya giştî ya navnetewî de jî wekî parêzvaneke mafê mirovan û miroveke zanyar tê nasîn. Di qada xwe de her tim gotinên xwe anîne zimên û xebatên xwe meşandine. Em jî ji ber hem di rêxistina me ya pîşeyî de dixebite hem jî parazvana mafê mirovan e, şahidê têkoşîna wê ne. Şebnem xoce pispora Tiba Edlî ye û seroka rêxistina me ye. Di dema pandemiyê de jî ji me re digotin rastiyan nebêjin û em sûcdar dikirin. Lê me her tim rastî digotin. Em her tim vê dibêjin, ‘Em jiyanê diparêzin’ û em xwedî nêzîkatiyeke li ser esasên nirxên mafên mirovan ên gerdûnî ne."   Bi domdarî Tûranê bi lêv kir ku Şebnem Korûr Fîncanci her tim di çarçoveya rêgezên exlaqî de tevgeriyaye û wiha berdewam kir: “Ne tenê em, hemû Tirkiye û cîhan jî şahidên têkoşîna Şebnem xoceyê ne. Çi dibe bila bibe, Şebnem xoce her tim nêrîna xwe ya têkildarî qada xwe aniye zimên.”    ‘EM HER TIM RASTÎ KAMPANYAYÊN LÎNÇKIRINÊ TÊN’   Di berdewamê de Tûran destnîşan kir ku weke TTB'ê her tim tiştên ku jê bawer dikin bilêv dikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Me têkoşîna xwe di çarçoveya rêgezên xwe de domandiye û didomînin. Heke bi bîra we were, Konseya Navendî ya TTB’ê di daxuyaniya xwe ya di sala 2018’an de gotibû ku şer, pirsgirêkeke tenduristiya gel e. Li ser vê yeke jî kampanyeyeke lînçkirinê hatibû destpêkirin. Em her tim rastî van lîncan dihatin û li ser medyaya civakî bi daxwaza girtina TTB’ê hashtag dihatin vekirin. Em rêgezên zanistî esas digirin û di çarçoveya mafên mirovan ên gerdûnî de jî gotinên xwe dîsa dubare dikin û dê têkoşîna xwe bidomînin. Gotineke mamoste Şebnemê ya li dijî exlaqê pîşeyî û nirxên etîkê nîn e. Heke gotineke wê ya binpêkirina van nirxan hebûya dikaribû ji peywirê bihata girtin. Buroya hiqûqê ya TTB’ê têkildarî mijarê serlêdanên pêwîst dike. Serokên me yên endamên navendê kesên hilbijartî ne. Tenê dema kesên din hatin hilbijartin dikare ji wir bê girtin. Em niha hem li herêmê hem jî li navendê li ser peywira xwe ne.”   MA/ Mehmet Guleş