Philippe Leruth: Rojnamegerên hatine girtin, rûmeta rojnamegeriya li Tirkiyeyê ne 2022-11-06 09:55:20   Meltem Oktay*   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Federasyona Rojnamegeran a Navneteweyî yê Berê Philippe Leruth bal kişand ser mafê çapemenî û azadiya xweîfadekirinê ya li Tirkiyeyê û wiha got: “Rojnamegerên hatine girtin, rûmeta gelê kurd û rojnamegeriya li Tirkiyeyê ne.”    Cîgirê Serokê Federasyona Rojnamegeran a Ewropayê yê Berê û Serokê Federasyona Rojnamegeran Navneteweyî yê Berê Philippe Leruth ku di sala 2021’an de rapora têkildarî zext û azadiya xweîfadekirinê ya li Tirkiyeyê amade kiribû û di raporê de destnîşan kiribû ku rojnameger her tim rastî lêpirsînan tên û tên girtin. Leruth, diyar kiribû ku Tirkiye nikare ji bo van zext û binpêkirinên mafan her tim “terorîzmê” weke hincet nîşan bide û ev hewldan weke “Stratejiya tunekirina dengên rexneyî û seqethiştina azadiya çapemenî û xweîfadekirinê” nirxandibû.    Rojnameger Philippe Leruth, têkildarî zextên li ser Çapemeniya Azad û girtina rojnamegeran axivî.    PIŞTÎ SALA 2016’AN ZEXT ZÊDETIR BÛN   Leruth, da zanîn ku ev zêdetirî 10 sal in azadiya çapemenî û xweîfadekirinê ya li Tirkiyeyê her tim di bin zextê de ye û wiha got: “Ev zext bi taybet jî piştî sala 2016’an hêj zêdetir bûn. Rojnameger tenê dixwazin karê xwe bikin û ji ber vê sedemê tên girtin. Di sala 2021’an de li dijî sepanên Tirkiyeyê tu gavek nehat avêtin. Di serdemekî ku şer pir dijwar bûyî de di navbera Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û desthilata AKP’ê de pêvajoya guftûgoyê dest pê kiribû. Wê demê hinek hêvî çêbûbûn. Lê dîsa jî zextên li ser rojnamegerên kurd tu carî bi dawî nebûn. Piştî ku artêşa tirk ji bo şerê li dijî şervanên kurd ên li dijî DAIŞ’ê şer dikin ketî Sûriyeyê, ev zext zêdetir bûn. Di demên dîktatoriyên leşkerî yên Tirkiyeyê de azadiya çapemeniyê her tim hatiye binpêkirin. Di serdema destpêkê ya AKP’ê de jî rojnameger hedef hatin girtin û hatin girtin. Lê zexta li ser rojnamegeran û çapemeniyê piştî sala 2016’an pir zêde bûn. Armanca wan ji ewil bû ku rojnamegerên kurd û çepgir bêdeng bikin lê piştre berê xwe dan ên neteweperest jî.”   PÊNASEYEKE NÛ YA SÛC   Bi domdarî Leruth bal kişand ser “Qanûna Sansûrê” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo ku rayedar êrişî rojnamegeran bikin, ev qanûn derfeteke mezin dide wan. Li gel guhertina di 40 xalên Qanûna Çapemeniyê de, her wiha ji bo ‘nûçeyên derew’ û ‘dezenformasyonê’ jî cezayê hefsê tê xwestin. Dibe ku zextê li torên medyaya civakî û malperên înternetê bê kirin ku derheqê bikarhinêran de agahiyan bidin. Di pegala hiqûqê ya tirk de pênaseyeke nû ya sûc hat kirin ku ew jî ‘agahiyên xapîner’ e û ji bo vê ji salekê heta 3 salan ceza tê xwestin. Lewma jî çapemeniya muxalîf û aktîvîst vê rewşê weke gefa li ser xebatên xwe û pêla otosansûrê dinirxînin.”    'DIVÊ ÇAPEMENIYA NAVNETEWEYÎ ZEXTÊ BIKE’   Leruth, bal kişand ser girtina 26 rojnamegerên kurd di nava 5 mehên dawî de û axaftina xwe wiha qedand: “Divê çapemeniya navneteweyî û komeleyên rojnamegeran zextê li rayedarên Tirkiyeyê bikin û piştevaniyê bidin rojnamegeran. Ji bo ku penaberên sûriyeyî neçin Ewropayê, di navbera Ewropa û Tirkiyeyê de peymaneke rûreş heye. Birêz Erdogan ev peyman gelek caran li dijî Ewropayê weke amûreke zextê bi kar anî. Her wiha li Ûkraynayê şer heye û Erdogan ji bo sewqiyata genim di navbea Rûsya-Ûkraynayê de bi rola navbeynkariyê radibe. Lê dibe ku muxalefeta tirk di hilbijartinê de bi ser keve. Ev geşedan, divê pêşî li ber xebatên medyaya navneteweyî û komeleyên rojnamegeran ên ji bo rojnamegerên di bin zextê de negire. Rojnamegerên hatine girtin bi tenê nînin. Rojnamegerên Ewropa û yên cîhanê van dozan ji nêz ve dişopînin. Ev rojnameger di şert û mercên giran û krîtîk de karê xwe dikin û lewma tên girtin. Rojnamegerên girtî, rûmeta gelê kurd û rojnamegeriya Tirkiyeyê ne.”    * Rojnameger