Li Silopiyayê ‘Meşa Mirovahiyê’ dest pê dike 2022-11-06 11:30:26   ŞIRNEX - Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê ve îro li Silopiyayê “Meşa Mirovahiyê” tê lidarxistin. Ji bo meşa ku dê ber bi Deriyê Sînor ê Xabûrê ve bê lidarxistin, gel hêdî hêdî li bajarokê Tilqebînê kom dibe.    Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li navçeya Silopiya ya Şirnexê bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM), Platforma Koçberiyê, Meclisa Ciwanan a HDP’ê û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê bi dirûşma “Li Dijî Çekên Kîmyewî Meşa Mirovahiyê” meş tê lidarxistin. Gelek kes ji bo tevlibûna meşê ji bajar û navçeyên cuda hatine.    GIRSE KOM DIBE    Girseya ku Hevserokên Giştî yên DBP’ê Saliha Aydenîz û Keskîn Bayindir jî di nav de, ber bi avahiya HDP’a Tilqebînê ve dest bi meşê kirin. Pêşiya girseyê ji hêla leşkeran ve hat girtin. Girseyê jî bi çepik û tililiyan bertek nîşanî dorpêça leşkeran da. Leşkerên ku bi copan li mertalên xwe dixistin, hewl dan dengê girseyê kêm bikin û piştre jî bi ava şid êrişî girseyê kirin. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr û gelek kes ji gazê bibandor bûn. Girse niha li kolanan disekine.    Bi sedan kes jî li gelek noqteyên Silopiyayê kom bûn. Hevşaredar jî di nav de gelek kes li avahiya Rêxistina HDP’a Silopiyayê hatin ba hev. Demek piştre jî girse dê ber bi Tilqebînê ve bikeve rê. Dayikên Aştiyê û gelek kesên din ji bo meşê li taxên cuda yên navçeyê hatin ba hev. Tê payîn ku dema girseyên li taxên cuda hatin ba hev dê meş dest pê bike.