Prof. Dr. Altintaş: Gotina ‘bila YOK were girtin’ êdî dibe fantazî 2022-11-06 12:21:24   ENQERE - Endamê Damezirîner ê BEV’ê û aborînas Prof. Dr. Mûstafa Altintaş bi boneya 41’emîn salvegera damezirandina YOK’ê axivî û wiha got: “Divê şoreşa zanistê bê kirin. Gotina ‘bila YOK were girtin dibe fantazî. Divê li zangîngehan şoreş bê kirin. Ev yek ji aboriyê jî girîngtir e.”    Piştî Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê, di 6’ê mijdara sala 1981’an de Lijneya Hîndekariya Bilind (YOK) hat avakirin û bi ser damezirandina wê re 41 derbas bûn. YOK, piştî hewldana darbeyê ya 15’ê tîrmehê jî derbasî rejîma qesrê bû. Piştî hewldana darbeyê Rewşa Awarte (OHAL) hat ragihandin û zexta li ser zanîngehan jî zêdetir bû. Di vê pêvajoyê de gelek akademîsyen bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) ji kar hatin avêtin. Herî dawî di 14’ê nîsana 2020’an de “Teklîfa qanûnê ya têkildarî Qanûna Hîndekariya Bilind û hinek qanûnan de” anîn meclisê û HDP, CHP û Partiya ÎYÎ bi sedema ku dê azadiya akademîk ji holê rake û zexta li ser zanîngehan girantir bike şerh danîn.    ZÎHNIYETA 12’Ê ÎLONÊ   Endamê damezirîner ê Weqfa Perwerdeyê ya Besnî (BEV) û Komeleya Fikra Ataturkparêz (ADD) aborînas Prof. Dr. Mûstafa Altintaş diyar kir ku YOK ku berhema darbeya 12’ê Îlonê ye, bi Darbeya Leşkerî ya 6’ê Mijdara 1981’an ve ketiye meriyetê. Altintaş, da zanîn ku YOK, zordestiya di makeqanûnê de saz dike û hîndekariya bilind jî veguherandiye piyasayê. Altintaş, wiha domand: “Mebesta wê ew bû ku kesayetên Sentêza Turk-Îslam biafirînin. Berpisyariyên YOK’ê yên li hemberî civakê hene lê bi cih nayîne. Divê ji ewil fakûlteyên hiqûqê bertekê nîşanî bêhiqîuqî û bêbandokirina qanûn û darzê bidin.”   ‘VEGUHERÎ TICARETXANEYÊ’   Bi domdarî Altintaş diyar kir ku YOK bi qanûna efûyê ya dawî re li her kesî bawernameyan belav dike û wiha bi dawî kir: “Beşekê ji wan bi pereyan belav dike. Ev yek jî standartên zanîngehan dadixîne. Rêgezên gerdûnî yên zanîngehan hene. Divê li zanîngehan lêkolîn bên kirin. Lê belê zanîngehên me yên bûn navendên skandalan û xwendekar fetisî ne. Divê xwendekar û hîndekarên li zanîngehan lêkolînên zanistî bikin û xeletiyên xwe bibînin. Ji vê hêlê ve li Tirkiyeyê zanîngeh tune ne. Sedema vê jî rev rejîma ecêb e. Zanîngeh êdî veguherî ne ticaretxaneyan ku çavkaniyên cemaweriyê bi kar tînin.    Divê zanîngeh serbixwe bin û azadiya akademîk hebe. Êdî zanîngehên me girseyên tu hêviya wan ji pêşerojê neyî diafirînin. Tenê dewlet û zanîngehên şexsê min hene. Zanîngeh cihên fikrên anarşîst in lê niha veguherîne cihê ku ji pirtûkê mijar tên xwendin. Mirov nikare ji cihên ku hebûn û nebûna wan nediyar re bibêje zanîngehe. Bi ‘rektorên min’ nabe. Hewcehî bi rêxistineke plankirinê heye bê ka zanîngeh di kîjan şertan de û li gorî kîjan pîvanan tên avakirin. Divê ev rêxistina planlamayê jî YOK be. Gotina ‘bila YOK were girtin’ dê bibe fantaziyek. Gelek kêmasiyên YOK’ê hene. Ev bi reforman sererast nabe. Divê şoreşa zanistê bê kirin. Divê li zanîngehan şoreş bê kirin. Ev yek ji aboriyê jî girîngtir e.”