Malbata Şenyaşar: Yên ku aliyê zaliman digirin dê winda bikin 2022-11-06 14:13:27   RIHA - Malbata Şenyaşar di roja 608’an a çalakiya Nobeta Edaletê de diyar kir ku kesên aliyê zaliman digirin dê winda bikin.    Xizm û Parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û 2 kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi giranî birîndar bû. Bi mebesta darizandina kujeran û berdana Fadil Şenyaşar ku ev 4 sal in di hucreyeke yekkesî de tê ragirtin, Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 608’an de berdewam dike. Ji ber ku di dawiya heftyeyê de edliye girtî ye, malbatê çalakiya xwe li Pirsûsê li mala xwe domand.    Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Dewlet, ji bo gel heye. Tu hêzên siyasî û tu desthilatdarî ji wijdana civakî bihêztir nînin. Ji bilî hemwelatîtiya wekhev tu daxwazeke me ya din nîne. Daxwaza me EDALET e. Yên ku aliyê zaliman digirin dê winda bikin...”