Li Herêma Kurdistanê leşkerek hate kuştin 3 jî birîndar bûn 2022-11-06 22:49:36   NAVENDA NÛÇEYAN – Wezareta Parastinê aşkere kir ku li Herêma Kurdistana Federe leşkerek hatiye kuştin 3 jî birîndar bûne. Wezareta Parastinê ya Tirk bi daxuyaniyekê aşkere kir ku li li Herêma Kurdistana Federe leşkerê bi navê Mûstafa Ozturk hatiye kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne. Wezaretê îro di saetên sibê de jî ragihandibû ku Çawişê Pispor ê Peyadar Halîl Yildiz û Leşkerê Peymandanî Firat Guner di encama şer û pevçûnên li herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma KurdistanS Federe de hatine kuştin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku HPG’ê di 5’ê mijdarê de dîmenê çalakiya hêzên wan a li herêma Mamreşo ya Avaşînê parve kiribû û ragihandibû ku di encama çalakiyê de 7 leşker hatine kuştin. Balkêşe ku Wezareta Parastinê ya Tirk jî piştî van dîmenan agahiya kuştina leşkerên xwe radigihîne.