ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2022'YAN 2022-11-07 09:00:08 * Welatiyên beşdarî “Meşa Mirovahiyê” ya li dijî çekên kîmyewî li navçeya Silopiyayê hate lidarxistin bûn wiha gotin: “Em dibêjin ‘aştî’ ew dibêjin ‘şer’. Ji bilî berxwedanê tu çare nînin.” * Bermahiyên ku li kargehên veguherîna paşve yên li sîteya senayiyê ku li nêzî qadên jîngehê yên Mersînê hatine avakirin tên şewitandin, gefê li ekosîstemê û tenduristiya mirovan dixwin. Endezyarê Derdorê Cîhan Ersoy diyar kir ku ji derveyî welat salê 650 ton bermayiyên plastîk tên Tirkiyeyê û got: “Emîsyonên li kargehan belav dibin bi bayê vediguhezin li jîngehan û ev rewş dikare rê li ber penceşêrê veke.”   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar wê di roja 609’emîn de dê berdewam bike.    * Danişîna biryarê ya rûniştina ewil a Serokê Giştî yê ÇHD’ê Selçûk Kozagaçli û 21 kesên pê re tên darizandin, wê li Kampusa Girtîgeha Sîlîvriyê bê dîtin. (09.00)