Li Sengawê 2 DAIŞ’î hatin kuştin 2022-11-07 10:16:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Miduriyeta Asayîşa Rojava ya Silêmaniyê, aşkere kir ku li Sengawê 2 endamên DAIŞ’ê hatine kuştin.    Hêzên Asayişa Rojava yên li Silêmaniyê xwestin li bajaroka Sengaw a navçeya Çemçemal a Silêmaniyê xwestin 2 endamên DAIŞ’ê binçav bikin. Miduriyeta Asayîşa Rojava ya Silêmaniyê, diyar kir ku derdora her 2 endamên DAIŞ’ê dorpêçkirine û xwestine wan binçav bikin lê pevçûn derketiye û di pevçûnê de 2 endamên DAIŞ’ê hatin kuştin.