Bavê aktîvîstê îranî Ronaghî li pêşiya girtîgehê krîza dil derbas kir 2022-11-07 12:01:58   ENQERE - Bavê aktîvîstê îranî Husseîn Ronaghî ku li Girtîgeha Evînê tê ragirtin, di dema çalakiya rûniştinê ya li pêşiya Girtîgeha Evînê de krîza dil derbas kir.    Nivîskarê blogê, aktîvîst û muxalîfê siyasî Husseîn Ronaghî ji ber çalakiyên piştî hilbijartinê li Îranê di sala 2009’an de hate girtin û di sala 2016’an de hate berdan. Di 23’yê îlonê di dema weşaneke zindî de polîsan bi ser mala Ronaghî de girtibûn. Di dema serdegirtina malê de Ronaghî ji malê reviya bû û rojek piştre jî ji bo îfadeyê tevî parêzerê xwe çûbû Girtîgeha Evînê.    Husseîn Ronaghî li pêşiya girtîgehê wiha gotibû: “Ez beriya niha jî hatibûm girtin û ji ber ku rejîm li hemberî min dijminatiyê dike, dîsa min digire. Ez dizanim bê ka dê rastî miameleyeke çawa bêm. Heke biryara girtinê were dayîn, ez ê dest bi greva birçîbûnê bikim.” Di encama îşkenceya lê hatiye kirin, her du lingên Ronaghî hatibûn şikandin û tevî parêzerên xwe hatibû girtin.    BAVÊ WÎ KRÎZA DIL DERBAS KIR   Malbata Ronaghî ji roja ku kurê wan hatiye girtin heta niha li pêşiya Girtîgeha Evînê çalakiya rûniştinê li dar dixe. Bavê Husseîn Ronaghî, Ahmed Ronaghî di dema çalakiyê de krîza dil derbas kir. Ronaghî rakirin Nexweşxaneya Taleghaniyê.    'JI REWŞA BAVÊ MIN REJÎM BERPIRSYAR E’   Birayê Ronaghî jî li ser hesaba xwe ya medyaya civakî wêneyê bavê xwe yê li nexweşxaneyê kişand û ev peyam parve kir: “Bavê min Ahmed Ronaghî îro li pêşiya Girtîgeha Evînê krîza dil derbas kir û rakirin nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê anjiyo bû û piştre jî ji beşa lênihêrîna awarte hat derxistin. Dê vê hefteyê emeliyat dil bibe. Ji rewşa bavê min Komara Îslamî ya Îranê berpirsyar e.”    GEF LI MALBATÊ HATIBÛN XWARIN   Husseîn Ronaghî, di 24’ê hatibû derbkirin û girtin. Rojek piştre jî li Girtîgeha Evînê dest bi greva birçîbûnê kiribû. Malbata Ronaghî ku her du lingên wî hatine şikandin û mafê wî yê tedawiyê tê astengkirin, ji 25’ê heta niha çalakiya rûniştinê li pêşiya Girtîgeha Evînê li dar dixe. Bavê Ronaghî beriya niha li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ragihandibû ku rayedarên rejîmê gefan li wî û hevjîna wî dixwin.