Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê: Ev der Amed e û em ê li ber xwe bidin 2022-11-07 16:17:43   AMED - Çalakiya xwendekarên Fakûlteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê ya li dijî guherandina cihê fakûlteya wan îro jî berdewam kir. Di çalakiyê de xwendekaran wiha bang li rektor kir: “Ev der Amed e û em ê li ber xwe bidin.”    Çalakiya ku xwendekarên Fakûlteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê ku bi sedema veguhestina cihê fakûlteyê dabûn destpêkirin di roja 8’emîn de dom kir. Di çalakiyê de xwendekaran li dijî rakirina tabelaya fakûlteyê pankarta “Fakûlteya Hiqûqê” vekirin û dirûşmên “Berxwedana me dê bi ser keve” û “Rektora were vê derê” berz kirin. Endam û rêveberên rêxistinên civaka sivîl jî piştgirî dan çalakiyê.    Xwendekaran di çalakiyê de li pêşiya fakûlteyê têkildarî mafê çalakiyê yên hemwelatiyan û sekna hêzên ewlekariyê de ders dan. Di dersê de mafên çalakiyan ên di Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) û Makeqanûnê Tirkiyeyê de hatine destnîşankirin bi bîr xistin û wiha bang kirin: “Bila kesek netirse. Ji ber ku em mafê xwe yê çalakiyê bi kar tînin.” Piştre jî daxuyanî hat dayîn.   ‘REKTOR NIKARE ME JI DAXWAZA ME VEGERÎNE’    Di daxuyaniyê de xwendekaran destnîşan kir ku rektor bi biryara xwe vîna xwendekaran binpê kiriye û ev rewş weke derbeyeke li dijî edalet, demokrasî û rêgezên bingehîn ên zanîngehên serbixwe û azad pênase kirin. Xwendekaran bi bîr xist ku rektoriyê biryara xwe bêyî ku xwendekaran agahdar bike da ye û wiha bi dawî kirin: “Divê rektorî bizane ku bi mueyîdeyên xwe dê nekare me ji vê israr û daxwaza me lêve bike. Fakûlteya me xwedî rabûrdiyeke 40 salî ye û gelek hiqûqnas, dadger, dozger û siyasetmedar li vir perwerde bûne. Bi rakirina tabelayê re dê tu carî nekarin hafizeya me ji holê rakin. Bila rektor bizane ku ev der Amed e û em ê li ber xwe bidin.”    Çalakiya xwendekaran bi gerandina govendê bi dawî bû.