50 kesên di meşa li dijî çekên kîmyewî de hatibûn binçavkirin hatin berdan 2022-11-07 20:09:09   ŞIRNEX - 50 kesên ku li Silopiyayê di "Meşa Mirovahiyê" ya li dijî bikaranîna çekên kîmyewî de hatibûn binçavkirin, piştî îfadeya li dozgeriyê hatin berdan.    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY DER) ya Amedê, Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM), Platforma Koçberiyê, Meclîsa Ciwanan a HDP’ê û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê di 6’ê Mijdarê de li navçeya Silopiya ya Şirnexê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî "Meşa Mirovahiyê’ li dar xistin.    Leşker û polîsên ku êriş biribûn ser meşê siyasetmedar û endamên sendîkayan jî di nav de 50 kes birîndar kiribûn û ew biribûn Fermandariya Cendirmeyan a Silopiyayê. Kesên hatin binçavkirin piştî îfadeya li dozgeriyê hatin berdan.    Navê 50 kesên hatin berdan wiha ne: “Hosyar Sariyildiz, Şefîk Enustekîn, Mehmet Ebûzeyyîtoglû, Salih Dogan, Huseyîn Akdog, Mûrat Tezdîg, Hamdûllah Yildiz, Îbrahîm Kizilay, Hasan Yildiz, Yûsûf Solcan, Sûzan Kaplan, Şehmûs Îke, Medenî Baran, Cahîde Ûdûm, Nevîn Tiryakî, Mehmet Salih, Ahmet Başboga, Îmdat Morsumbul, Osman Azak, Rojîvan Yilmaz, Sitki Înedî, Selahattîn Kenç, Mehmet Emîn K., Mehmet Alî Şer, Yûnûs Kiliç, Mehmet Emîn Ç., Mûstafa Bozan, Hakîm Erdem, Osman Aksoy, Mehmet Mahsûm Denktaş, Orhan Yeşîl, Îsmaîl Torkan, Mehmet Şerîf Kiran, Îsa Ordegî, Gûrbet Koştû, Maşallah Erbay, Omer Ballîcî, Mahmût Ûlûs, Ebrû Yalçin, Tevfîk Çetîn, Cahît Delek, Ahmet Bînay, Azîz Aksin, Mehmet Emîn Ozer, Hogir Çetîk, Aydin Aslan, Ertem Karakûş, Hasan Yildiz û Ecevît Ceylanci.”