ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2022'YAN 2022-11-08 09:00:01     * Kujerên kardêr Mehmet Alî Evgun ku 9 sal berê li ofîsa petrolê ya li gundê Selîvê yê Êlihê di êrişeke çekdarî de hatibû kuştibûn, tevî dîmenên kamerayan jî nehatine dîtin.    * 17 sal di ser bombekirina "Pirtûkfiroşa Ûmût"ê re derbas bûn. Wekî doza JÎTEM'ê, Mûsa Anter û gelek dozên din Doza Şemzînanê jî bi bêcezatiyê bi dawî bû. ,   * Îdianameya ku Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê der barê kujer Metîn Şengîl de amade kir, ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Şirnexê ve hat qebûlkirin. Taybet Uren, xwişka Berîvan Alturkê ku ji aliyê Şengîl ve hatibû qetilkirin, diyar kir ku tu kes bi hawara xwişka wê ve nehatiye û wiha got: "Ev, ji vê bêcazatiyê cesaretê digirin. Jinan bêqîmet dibînin. Dibêjin jinek hat kuştin ma çi bûye? Em dixwazin cezayê herî giran bidin wan da ku cesareta ku jinekê qetil bikin di xwe de nebînin."   * Sîbel Balaç ku ji bo bidawîbûna binpêkirina mafan û darizandineke adil 298 rojan di rojiya mirinê de mabû got: "Me li dijî bêedaletiyê mafê xwe yê rêxistinbûyînê parast."    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 610’emîn de dê berdewam bike.    * OHD û parêzerên hin welatên Ewropayê têkildarî daxwazên xwe yên hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din re wê li Şaxa OHD’ê ya Stenbolê daxuyaniyê bidin. (10.00) ZINDÎ   * Komeleyên Elewiyan wê bi dirûşmeya “Elewî Xwedî li Baweriya Xwe Derdikevin” li ber Meclisê kom bibin. (10.00)   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin li Amed û Îzmîrê dane destpêkirin wê berdewam bikin. (11.00-15.00) ZINDÎ   * HDP wê li Meclisê kom civîna xwe li dar bixe. (12.45)   * Xwendekarên Fakulteya Hiqûqê yên Zanîngeha Dîcleyê wê li dijî veguhestinê ber bi Rektoriyê ve meş li dar bixin. (12.00)   * ÎHD wê têkîldarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan li gelek bajaran daxuyaniyê bidin. (13.00)     * Têkildarî girtina Seroka TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci, wê li ber Odeya Bijîşkan a Îzmîrê çalakiya nobettê bê lidarxistin. (18.30)