Sîbel Balaç: Me li dijî bêedaletiyê mafê xwe yê rêxistinbûyînê parast 2022-11-08 09:07:24   ENQERE - Sîbel Balaç ku ji bo bidawîbûna binpêkirina mafan û darizandineke adil 298 rojan di rojiya mirinê de mabû got: "Me li dijî bêedaletiyê mafê xwe yê rêxistinbûyînê parast."    Sîbel Balaç ku gava li Antalyayê mamosteya Astengdarên Zihnî bû, di sala 2018'an de li dijî sirgûnkirinan û mobbîngê îstifa kiribû. Balaçê piştî îstifa kiribû li Kolana Yukselê ya navçeya Kizilay a Enqereyê tevlî çalakiya "ez karê xwe dixwazim" a karmend, mamoste û akademîsyenên di heman salê de bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibûn îxrackirin, bûbû. Balaç, di 10'ê Kanûna 2018'an de tevî çalakgerên li Kolana Yukselê hatibû binçavkirin û bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin. Di çarçoveya dozê de 8 sal û meh û 15 roj ceza lê hatibû birîn.    Balaç di 29'ê kanûna 2021'ê de li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan ji bo berdana girtiyên nexweş û darizandineke adil dest bi rojiya mirinê kiribû. Di roja 265'an a rojiya mirinê de, tenduristiya Balaç pir xirab bûbû û ew rakiribûn Nexweşxaneya Dişkapi ya Enqereyê ya Yildirim Beyazitê. Balaç ku di dema rojiya mirinê de ji 85 kîloyan daketibû 37 kîloyan, nêzî mehekê li nexweşxaneyê mabû. Di 8'ê Cotmehê de Balaçê rakiribûn Nexweşxaneya Bajêr a Etlîkê û piştî înfaza wê hatibû taloqkirin di 12'ê cotmehê roja 298'emîn a rojiya mirinê de hatibû berdan.    Balaç ku piştî hatibû berdan dawî li rojiya mirinê anîbû behsa berxwedana xwe ya ji bo daxwazên xwe kir.    ‘SERÎHILDANA LI DIJÎ BÊEDALETIYÊ'   Balaç bilêv kir ku piştî dest bi rojiya mirinê kiriye binpêkirinên mafan zêdetir bûne. Balaçê destnîşan kir ku wan doza mafên xwe kiriye û wiha gotd: "Ev, serîhildaneke li dijî bêedaletiyê bû. Gava em çûn girtîgehê me doza mafê xwe yê ji bo pirtûk û kovaran kir. Me doza mafê xwe yê sohbetê kir, me rînga yekkesî qebûl nedikir. Me doza dermankirineke mirovane û berdana girtiyên nexweş dikir. Ji ber ku min ev mafên rewa anîn zimên, ceza li min hatin birîn. 700 roj cezayê min ê hucreyê û bi heman qedexekirina hevdîtinan heye. Ji ber ku min doza van tiştan kir, min biryar girt ku li dijî bêedaletiyê li ber xwe bidim. Min li dijî delîlên sixte got 'bedena min zimanê min e.' Çima? Ji ber ku rêyine din nayên ceribandin. Pêşî li ber vê tê girtin. Me bi dehan daxwazname dan Dadgeha Bilind. Me bi dehan caran serlêdan kir, lê bersiva yekê jî nehat dayîn. Rojiya mirinê, rêyek bû ji bo xwe li jiyanê bigirim."    'LI BENDA MIRINA ME NE'   Balaç ku got "Em ji bo daxwaza xwe ya ji bo girtiyên nexweş têra xwe mafdar bûn" wiha pê de çû: "Madem êrişî me dikin û di ser me re dixwazin gel çavtirsandî bikin, nexwe divê em jî ji gel re bibêjin ku em ê li ber xwe bidin. Ewli gorî xwezaya xwe hereket dikin. Di operasyonan de sixêfan dikin. Ev ne xerîbê van tiştan e. Di pêvajoya nexweşxaneyê de nîşan dan ku bê çi tê serê girtiyên nexweş. Girtî ne li ser hişê xwe ne, dinalin û ji bo raçavkirina wan mazgalek heye û ronahî. Di şert û mercên derî mirovahiyê de tên girtin. Min dît, bê girtiyên nexweş gava diçin ATK'ê û tên, çi tê serê wan. Bi dehan girtiyên nexweş, ji ber biryarên ATK'ê jiyana xwe ji dest didin. Em diçin nexweşxaneyê, muayeneya bi awayekî destkelemçekirî tê ferzkirin. Li benda mirina me ne. Raporên ATK'ê tenê raporên 'dikarin li derve bimirin' bi xwe ne, ne raporine ji bo dermankirineke mirovane ne. Mafê her girtiyî heye ku bi awayekî mirovane bê dermankirin. Nexweşîneke ku dermankirina wê pêkan e, sirf ji ber ew kes girtiye nayê dermankirin. Ev bêedaletiyeke mezin e. Ev îşkence ye, lewma demildest divê girtiyên nexweş bên berdan."    ‘EDALET JI JIYANÊ GIRÎNGTIR E'   Balaç destnîşan kir ku daxwaza hemû gelan "edalet" e û got ku ji lew re edalet ji jiyanê pir girîngtir e. Balaçê axaftina xwe wiha domand: "Min tu carî bêedaletî û bêrûmetiya hat ferzkirin qebûl nekir."   ‘EM POLÎTÎKAYÊN FAŞÎZMÊ QEBÛL NAKIN'   Balaç destnîşan kir ku berxwedana li dijî bêhiqûqîtiyê pir girîng e û got ku bi saya xwedîderketinê bi ser ketine. Balaç di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: "Divê gel bi bangawaziyên ji bo hilbijartinê nexapin. Kedkarên çapemeniya azad ên tên girtin nayên tepisandin. Her kesî ew dîmen dîtin û ew dîmen rengvedana bêçaretiyê bûn. Zext û çewisandinên vê dawiyê jî bêçaretiya faşîzmê didin der. Hêvîdar im hemû rojek ebrî rojekê bên berdan û hîn bêtir dengê me ragihînin. Em bedêlên giran didin û em mecbûr in vê yekê bibêjin. Gel divê hay ji hêza xwe hebe. Heya girtiyên nexweş hemû neyên berdan em ê tawiz ji vê têkoşînê nedin."    MA / Zerrîn Sargût