Malbatên ku zarokên wan di jêrzemînan de hatin qetilkirin: Em ê doza heqê zarokên xwe bikin 2022-11-08 09:17:18   ŞIRNEX - Malbatên ku zarokên wan di jêrzemînên Cizîrê de hatine qetilkirin nerazîbûna xwe ya ji bo biryara AYM'ê anîn ziman û gotin: "Vê dewletê ne edelet heye, ne heq heye, ne hiqûq heye û ne jî îman heye. Lê heta dilopek xwîn di laşê me de hebe em ê doza heqê zarokên xwe bikin."    Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ku çendek berê serlêdana der barê kesên ku di dema qedexeya derketina derve ya li Cizîra Şirnexê de di jêrzemînan de hatibûn qetilkirin red kiribû, hinceta xwe ya redkirina serlêdanê eşkere kir.    Serlêdan bi hinceta wekî “Azadî û ewlehiya kes hatiye binpêkirin”, “Mafên serlêdana şexsî hatiye binpêkirin” û “Qedexeya muameleya nebaş, binpêkirina mafê rêzgirtina li ber jiyana taybet û malbatî, binpêrkirina azadiya olî û wîjdanî” hatibû kirin. AYM’ê di hinceta eşkere kiriye de îdia kiriye ku di warê rêbaz û esasê de tu “binpêkirin nehatiye dîtin."    Malbatên ku zarokên wan li Cizîrê di jêrzemînan de hatibûn qetilkirin bertek nîşanî vê biryara AYM'ê dan û gotin ku dê tekoşîna wan a ji bo edeletê bidome.    'EDELET TUNE YE'   Esmer Tûnç, dayika Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç, diyar kir ku ew vê biryarê qebûl nakin û wiha axivî: "Tu çek di destê zarokên me de nebûn. Kurê min Mehmet Tûnç mirovekî welatparêz bû. Gelê xwe diparast. Nêçar bû ku gelê xwe biparêze. Wan leşkerên xwe anîn û hatin ser Cizîrê. Xwestin Cizîrê binax bikin. Kesek nehiştibûn. Ji jinên ducanî heta hewyanan her kes qetil dikirin. Mehmet Tûnç jî nêçar bû ku alikariya gelê xwe bike. Çi kesê ku digirtin qetil dikirin. Ne dibirin nexweşxaneyê ne jî ew tedawî dikirin. Hemû bê çek bûn û di wan jêrzemînan de gel tedawî dikirin. Ew ciwanên di jêrzemînan de hemû bi kîmyasalê qetilkirin û pişt re jî şewitandin da ku tiştê ku wan kirî dernekeve holê. Kuştin û pişt re jî şewitandin. Ez ê dîsa li ser wan dozê vekim. Ez ne derewên wan qebûl dikim ne jî biryara wan. Wan 2 kurê min qetilkir û şewitandin. Ez doza kîmyasalê li ser wan dikim. Li ku derê dibe bila bibe ez ê li ser wan dozê vekim. Di dinyayê de vê qebûl nakim. Ez heta ku sax bim ez ê li pey doza bim. Ev bêmafiya ku li zarokên me hatiye kirin ez qebûl nakim. Edelet tune ye. Heger edelet hebûya li ser hestiyên zarokên me şahî li dar nedixistin. Îslametiya van nîn e."    'SED CARAN JÎ RED BIKIN, EM Ê SED CARAN SERLÊDAN BIKIN'   Meryem Îverendî, Dayika Îbrahîm Îverendî di jêrzemînên Cizîrê de hatibû qetilkirin, anî ziman ku ew ê tu carî heqê xwe li wan helal nekin û ev tişt gotin: "Edeleta tirko tune ye. Zarokên me bê çek bûn. Me pir dixwest ku zarokên xwe rizgar bikin, lê her carê em asteng dikirin û digirtin. Yên birindar jî girtin, kuştin û şewitandin. Baweriya me jî ew e ku Tirkiye bê cezakirin. Zarokên me ne şervan bûn. Edeleta Tirkiyeyê tune ye. Yê ku kuştin jî anîn hestiyên wan avêtin parqan. Ew sed caran jî serlêdanên me red bikin em ê sed carên din serlêdan bikin û doza xwe vekin. Heta dilopek xwîn di laşê me de hebe em ê li pey vê doza zarokên xwe bin."   'HETA DAWIYÊ EM Ê LI HEQÊ WAN BIPIRSIN'   Hiznê Arslan, dayika Hacer Arslanê jî ku cenazeyê wê winda ye, got: "Ev biryara ku hatiye dayin em red dikin, şermezar dikin û qebûl nakin. Her kes dizane û dewlet jî dizane ku kesên wekî Mehmet Tûnç û Hacer Arslan sivîl bûn. Keça min xwendekara vê dewletê bû. Memûra vê dewletê bû. Li ku be ez ê serlêdan bikim û doza zarokên xwe vekim. Vê dewletê ne edelet heye, ne heq heye, ne hiqûq heye û ne jî îman heye. Ez dayikek im û wekî dayika Emîne Şenyaşar ev bi salan e ez li hestiyên keça xwe digerim û dibêjim, 'hestiyên keça min xuya nakin.' Hacer nebû kevok û ji Cizîrê baz neda. Heta salek beriya niha jî dewlet hat mala min û pirsa Hacerê kir. Bi aşkere dibêjin, 'hûn Hacerê vedişerin.' Wan ew kuştiye û ew tên dipirsin û ji min re dibêjin, 'Tu bawer dikî ku keça te di jêrzemînan de hatiye qetilkirin?' Ez vê biryarê qebûl nakim. Heta dilopek xwîn di laşê me de hebe em ê li pey doza zarokên xwe bin û çi bibe bila bibe em ê heqê wan bipirsin."