Elmanya ji bo Fîncanci name ji Erdogan re şand: Bila bê berdan 2022-11-08 11:23:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Yekitiya Bijîşkên Elmanya têkildarî Seroka TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci ya ji ber nirxandinên derbarê êrişên çekên kîmyewî de hatibû girtin, ji bo bê berdan name ji Serokkomar Erdogan re şand.    Serokê Yekitiya Bijîşkên Elmanya Dr. Klaus Reinhardt, têkildarî Seroka Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci ya ji ber nirxandinên derbarê êrişên çekên kîmyewî de hatibû girtin, ji bo bê berdan name ji Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan re şand.    Reinhardt di nameye de diyar kir ku girtina Fîncanci tê wateiya hem êrişa li dijî mafê azadiya derbirînê ye hem jî li dijî xwerêveberiya rêxistina pîşeyî ya hekîmiyê ye û mafê her hekîmî ye binpêkirina mafê mirovan bînin rojevê û ew ji bo tenduristiya civakê bi rola xwe radibin. Reinhardt destnîşan kir ku Fîncanci xwedî wê nasnemeyê ye ku hem hekîm e û hem jî parêzvana mafê mirovan e û ev yek ji hev du qut nabin.    Di nameye de yekîtiyên bijîşkan ên Berlîn, Hessen û Hamburgê, Rêxistina Tibî ya Aştiyê (IPPNW), Komeleya Bijîşkên Demokrat (VDAA) û sendîkaya xwendekarên hekîm û xwendekarên tibê (The Marburger Bund) bang kirin ku Fîncanci demildest bê berdan.