'Heke daraz nikaribe mazlûman biparêze, kes nikare behsa edaletê bike’ 2022-11-08 11:59:29 RIHA - Malbata Şenyaşar ku têkoşîna xwe ya edaletê didomîne, vê peyamê belav kir: “Heke daraz nikaribe mazlûman biparêze, nikare dengê xwe ji yên serdest re derxe, kes nikare li wir behsa edaletê bike.”   Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) a ji 9’ê Adara 2021’ê ve li ber Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin, di roja 610’emîn de berdewam dike. Emîne Şenyaşar ji ber ku nexweş bû tev li nobedê nebû. Ferît Şenyaşar nobeda îro bi rê ve dibe. Malbatê têkildarî nobedê li ser hesabê xwe yê Twitterê vê peyamê belav kir: “Heke daraz nikaribe mazlûman biparêze, nikare dengê xwe ji yên serdest re derxe, kes nikare li wir behsa edaletê bike.” EW CIH QESRA EDALETÊ YA RIHAYÊ YE. Têkoşîna ku li dijî bêedaletiyê bûye dîrok, di roja 610’emîn de ye…”