Partiya Çep a Kesk ji bo piştevaniyê serdana rojnamevanan kir 2022-11-08 12:29:33   ENQERE - Partiya Çep a Kesk ji bo piştevaniyê serdana MA û JINNEWS’a ku nûçegihanên wan hatin girtin kir.    Di çarçoveya lêpirsîna Enqereye hate destpêkirin de Midûra Karên Nivîsê ya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yûrtsever, nûçegihan Bêrîvan Altan, Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Hakan Yalçin, Ceylan Şahînlî û Emrûllah Acar û nûçegihanên JINNEWS'ê Habîbe Eren û Oznûr Deger di 29’ê cotmehê de hatibû girtin. Serdanên ji bo piştevanî û piştgiriya girtina rojnamevanan jî didomin.    Partiya Çep a Kesk, ji bo piştevaniyê serdana buroya MA'yê ya Enqereyê kir. Hevberdevka Partiya Çepa Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û endamên MYK’ê ji aliyê rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol ve hatin pêşwazîkirin. Partiya Çepa Kesk destnîşan kir ku wê bi Çapemeniya Azad re di nava piştevaniyê de bin.