Pirsa çekên kîmyewî ji Çavûşoglû hate pirsîn: Hûn ê lêkolîn bikin? 2022-11-08 16:20:54     ENQERE - Parlamentera HDP’ê ya Tulay Hatîmogûllari, di hevdîtina budçeyê de ji Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavûşoglû re pirsa “Gelo wê hewldanek ji bo destpêkirina lêpirsîneke li ser bikaranîna çekên kîmyewî bê kirin?” Cîgira Hevserokên Giştî ya HDP’ê ku ji Komîsyona Gel û Baweriyan Berpirsyar Tulay Hatîmogûllari, bikaranîna çekên kîmyewî ya Tirkiyeyê ya li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Kurdistana Federe, anîn hevdîtinên Budçe û Plana Wezareta Karên Derve ya Meclisê. Hatîmogûllari, di hevdîtina ku Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavûşoglû jî lê amade bû de bi bîr xist ku Tirkiye alîgirê peymanên qedexekirin û sînordarkirina bikaranîna çekên kîmyewî ye û wiha got: “Dema peymanên ku hûn aligirên wan e berçav hatin girtin, hewldanek ji bo destpêkirina lêpirsîneke li ser bikaranîna çekên kîmyewî wê bê kirin?”     ‘RAPORA HATIYE AMADEKIRIN WÊ PÊŞKEŞÎ LAHEYÊ BÊ KIRIN’   Hatîmogûllari, bi lêv kir ku polîtîkaya Iraqê ya Tirkiyeyê MÎT diyar dike. Hatîmogûllari, bi bîr xist ku Tirkiye alîgirê peymanên navnetewî ku çekên kîmyewî, biyolojîk û hin çekên konvansiyonel qedexe dikin e û wiha got: “Bijîşkên navnetewî, endamên Desteya Şêwirmendiya Zanistî ya Almanyayê ji bo pêşiya şerê nukleerî bê girtin di demekî nêzîk de têkildarî bikaranîna çekan de lêkolînan dikin. Ji bilî van di medyaya dîjîtal de gelek parvekirin hatin kirin. Di lêkolîna hatiye kirin de jî tê gotin ku ‘Li vir gelek delîl hene ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn û divê lêkolîn bê destpêkirin’. Rapora hatiye amadekirin pêşkeşî hikumeta Alman hate kirin, hate diyarkirin ku wê pêşkeşî welatên ku endamê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ne jî bê kirin û bişînin Laheyê.”